-Dekana Kolêja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Pavê Cemîl, têkildarî zext û astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin got: “Astengî û rêgiriyên li pêşiya rojnamevanên jin zêdetire, pêwîste erk û mafên wan diyarkirî bin. Pêwîste ji bo rojnamevanên jin hinek maf û erkên diyarkirî hebin.”

-Rûpelên dîroka Kurdistanê tije ne ji wan serkirde û pêşengên ku di ber azadî û demokrasiyê de bê navber têkoşiyane. Lê mixabin, hîn jî bi temamî behsa hûrgiliyên jiyan, destpêk û dawiya rêwîtiya van kesayetên xebatkar nehatiye kirin. Mihemed Pênciwênî yek ji wan mînakên herî berçav ên fedekarî û têkoşînê ye ku di ber doza gelê xwe de gelek bedel daye.

-Berî du salan du rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin. Di çalakiyên bîranîna wan de rojnamevan soza şopandina rê û têkoşîna wan a ji bo rastî û heqîqetê hatine dayîn didin.

-Berdevka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Hêlîn Kara û Berdevkê Navenda Çand û Hunerê Mamoste Mihemed Bîlen destnîşan kirin ku derveyî azadiya fizîkî ya Rêber Apo her tişt xapandine û diyar kirin ku serkeftina pêvajoyê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkane.

-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.

-Nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, agirbesta navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê wê bûyer û geşedanên di derbarê mijarê de werin şopandin.