-Ew ji ber zilm û zordariyê, ji bo ziman, çand û nasnameya xwe penaber bûn. Piştî 32 salên penaberiyê, dem hatiye ku ji bo penaberên li Mexmûrê, vegerek bi rûmet were mîsogerkirin. Ji wargeha yekem ya Bihêrê heya Mexmûrê, çîroka tije êş û berxwedanê ya 8 waran. Îro bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, penaberên Mexmûrê li benda banga Rêber Abdullah Ocalan’in. Yan vegerek bi rûmet, yan heya dawî têkoşîn! Gelo wê penaberên Mexmûrê çawa vegerin?
-Nêzîkî du salane gerîla çekên xwe li dijî dewleta Tirk bêdeng kirine û gerîla ji deverên ku bibin sedema pevçûnê yên Behdînanê hinek vekişiyane. Li gel vê yekê aramî li deverên sînorî yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de belav bûye. Bi heman awayî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzîkî du salane ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin; Qanûna Çarçoveyê di 10’ê Tebaxê de li Meclisa Tirkiyeyê ji bo garantîkirina vê rewşê hat qebûlkirin. Lê tevî yekê jî tiştê ku li Behdînanê diqewime rewşeke berevaji û berfirehkirina dagirkeriyê ye.
-Çalakvana mafê jinan Semîra Mihemed diyar kir ku qetilkirina jinan wekî sûcek ji rêzê tê dîtin û got: “Di medyayê de hincet ji kujerên jinan re tên danîn, nabe ku jinên rojnamevan li hemberî neheqiyên li ser jinan bêdeng bimînin. Pêwîste hikûmet bi yasayan li ser hişyarkirina kesan xebat bike.”
-Li navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê sê ciwanan bi xwebexşî projeyek ji bo wan kesên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine ragihandine. Ev ciwanên ku şofêrên taksiyanin, bi awayek bê beramber nexweşên penceşêrê yên Çemçemal û derdora wê vediguhêzin Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi nexweşên penceşêrê.
-Çareseriya civaka demokratîk gav bi gav giranî qezenc dike. Êdî hebûna Kurd ne mijara nîqaşê ye. Lê belê ka wê çareseriya polîtîk a vê yekê di her çar parçeyan de çawa be, hîn jî nehatiye bersivandin. Di eslê xwe de entegrasyona demokratîk, rastiya çareser kirina pirsgirêka civakê û pirsgirêka dewletê îfade dike.
-Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
-Nûçe û mijarên derbarê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heta niha nekarîne kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, werin şopandin.
-Nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, agirbesta navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê wê bûyer û geşedanên di derbarê mijarê de werin şopandin.
