Bi ser qetilkirina her du jinên rojnamevan ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn re 2 sal wê derbaz bibin.  Roja 23’yê Tebaxa 2024’an dema ji bo amadekirina raporeke rojnamevanî diçûn sînorê Hewramanê, ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedef girtin û şehîd bûn.

Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera Şehîd Gulistan û Hêro, ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.

‘Gulistan û Hêro ji bo gihandina rastiyan jiyana xwe feda kirin’

Rojnamevan Şênê Mihemed di destpêka axaftina xwe de her du rojnamevanan û hemû rojnamevanan bi rêzdarî bibîranî û got: “Şehîdkirina van her du rojnamevanan peywendiya xwe bi erdnîgariya Herêma Kurdistanê, bombebaran û dagirkeriyan re hebû. Lê canbexşkirina rojnamevanan û ew gef û zextên li ser wan, encama zihniyeta desthilata baviksalare.”

‘Desthilat û sîstema sermayedarî jinan wekî meta bi kar tîne’

Têkildarî astengiyên li pêşiya jinan û berdewamiya hedef girtina wan de Şênê Mihemed got: “Desthilat û sîstema sermayedarî li cîhanê pir caran jinan di medyayê de wekî meta bi kartîne, ne wekî xwedî raman, bername û dîtina taybet a bi xwe û parêzvanên mafên jinan. Piraniya medyayan hîn jî ji aliyê mêran ve tên birêvebirin û herî kêm derfet ji bo jinan tê dayîn ku hêza wan heye bername û projeyên taybet ji bo pirsên jinan pêşkêş bikin. Divê jin di pêvajoya biryardan û rênîşandana naveroka medyayî de xwedî roleke sereke bin.”

‘Erkê hikûmetê ye ku parastina jinên rojnamevan bike’

Rojnamevan Şênê Mihemed diyar kir ku erkê hikûmetê ye ku parastina jinên rojnamevan ji gef, destdirêjî, zextê civakî û elektronîkî bike û wiha pê de çû: “Jin ji ber biçûktirîn peyv an nêrînekê, rastî gef û kampanyayên reşkirinê dibin. Tevî vê yekê jî, divê hikûmet rêkarên qanûnî û çavdêriyeke zelal ji bo torên medya dijîtal dabîn bike û wan kesên ku gefan dixwin û êrişan dikin, bide pêşberî dadgehê.”

‘Hertim hewla hedef girtina rojnamevanan heye’

Her wiha Rojnamevan Sakar Erselan li ser şehîdxistina her du rojnamevanên çapemeniya azad hest û nêrînên xwe anî ziman û got: “Ez bi rêzdarî û hurmetê şehîdên qelemê bibîrtînim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim. Di rêya azadiyê de dengê wan hat birîn. Em hêvî dikin ku terorkirin û hedef girtina rojnamevanan bi dawî bibe. Ji ber ku her dem hewla hedef girtina rojnamevanan heye. Em daxwaz ji wan alî û kesên ku parastina mafên rojnamevanan erkdarin dikin ku li hemberî wan rojnamevanên ku dibin armanc û rûbirûyî gef û terorê dibin helwesteke zelal û cidî nîşan bidin.”

‘Rojnamevan ji ber rastiyan eşkere dikin dibin hedef’

Sakar Erselan diyar kir ku mafê rojnamevanan ewe ku bi azadî nêrînên xwe bînin ziman û di rêya qelem û medyayê re peyamên rast û dirust bigihînin welatiyan. Wê got: “Parastina vê mafî jî parastina azadiya ramanê û rûmetên rojnamevaniyê ye. Lê, desthilata siyasî pir caran rojnamevanan dike hedef. Ji ber ku rojnamevan bi kar û nivîsên xwe perdeyê ji ser nihênî û mijarên veşartî radike, ji ber wê yekê jî ji aliyê desthilatê ve têne hedef girtin.“

‘Êrişa li ser jinên rojnamevan ji bo tirsandina jinane‘

Rojnamevan Sakar Erselan destnîşan kir ku ew gef û zextên li ser jinên rojnamevan peywendiya xwe bi hişmendiya baviksalar re heye û wiha domand: “Hişmendiya baviksalar hîn jî di civaka Başûrê Kurdistanê de heye û li hin deveran hîn zêdetir geş bûye. Ji ber wê jî, hedef girtina jinên rojnamevan ji bo tirsandina jinane. Ji ber ku ew mêrên ku di sîstema birêvebirin û qada siyasî de xwedî desthilatin, hewla sepandina heybeta xwe li ser jinan dikin. Lê, jin hewla gihandina rast a wan dangan didin û dixwazin bibin dengê civakê.”

‘Divê hikûmet qanûneke diyarkirî ji bo parastina jinan deyne’

Li ser giringiya hebûna yasayek bandorker ji bo parastina jinan Sakar Erselan wiha anî ziman: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî yê rêxistin û saziyên ku parastina mafên rojnamevanan dikin, sîstemeke qanûnî û rêkareke diyarkirî ji bo parastina jinên rojnamevan ji gef û êrişan deynin. Pêwîste qanûneke zelal hebe ku bikaribe parastina jinan bike û maf û ewlehiya wan biparêze. Jin beşeke girîng a civakêne û parastina wan berpirsyariyeke civakî û hikûmî ye.”

‘Bîranîn û rêbaza rojnamevanên azad biparêzin’

Rojnamevan Sakar Erselan di dawiya axaftina xwe de tekezî kir ku hêvîdarin bikaribin bîranîn û rêbaza wan rojnamevanên azad biparêzin ku di ber azadiyê de canê xwe feda kirine û parastina maf û azadiyan kirine. Sakar Erselan got: “Pêwîste jêhatin û ezmûna jinan bêtir were pêşxistin. Ji ber ku jêhatin û hêza jinan dikare rê li ber serbilindî, azadî û bidestxistina mafên wan di hemû qadan de xweş bike.”

(fk)