Bi rêya birêvebirina çalak û bi cihanîna sîstema nûjen a gumrikê, dergehên sînorî di livandina tevgera bazirganî, rûbirûbûna qaçaxçîtiyê, parastina berhemê nîştimanî û balkişandina veberhênanê de, bi şêwazekî ku bandoreke erênî li ser geşepêdana aborî û aramiya darayî ya li welat dike, beşdarin.

Di vî alî de, çalakiya birêvebirina dergehên sînorî ji bo pîvandina hêza dewletê di bilindkirina çavkaniyên xwe û bidestxistina geşepêdana berdewam de, bûye pîvaneke girîng. Di bin siya pirsgirêkên aborî yên ku Iraq rû bi rû dibin û xwe spartina zêde ya bi dahata petrolê, pêwîstiya bi hûrgiliya çavkaniyên dahata nîştimanî û bihêzkirina dahatên ne-petrolî serhildaye.

Dergehên sînorî wek yek ji girîngtirîn çavkaniyên aborî yên dewletê tên dîtin ji ber ku ew dahata darayî bi rêya bacên gumrikê yên li ser kelûpelan û tevgera kesan dabîn dikin. Her wiha di birêkûpêkkirina tevgera bazirganî û parastina aboriya nîştimanî ji qaçaxçîtiyê û ji kelûpelên ne li gora rênumayan de rol dileyîze.

Lê belê bidestxistina van armancan pêwîstî birêvebirineke çalak, sîstemeke nûjen a gumrikê û çavdêriyeke bandor heye ku rê li gendelî û li israfa milkê giştî bigire û dergehên sînorî ne tenê wek dergehekî ji bo derbaskirina kelûpel û kesan, li gel wê bike çavkaniyeke rastîn ji bo aboriya nîştimanî,.

Ji ber wê yekê, Iraqê di van salên dawî de wek hewlekî ji bo hevsengî danîna li gel guhertinên mezin ên ku di sîstema gumrika cîhanî de çêbûne, berê xwe daye bi cih anîna sîstema ASYCUDA ya li dergehên sînorî.

Armanca vê sîstemê bidestxistina komek destkeftiyên aborî û darayî ye ku herî diyar jî evin: Lezkirina rêkarên gumrikê, kêmkirina burokrasiyê, ji holê rakirina rewşên gendeliyê û destwerdana di komkirina bayan de. Her wiha tevî lezkirina rêkarên derxistina gumrika kelûpelan bi şêwazekî ku dem û mesrefan kêm bike û çalakiya karê gumrikê bilind bike.

Piştî bi cih anîna vê sîstemê, Wezareta Darayî bi rêya bîlançoyên xwe yên fermî, başbûneke berbiçav di dahatên gumrikê de li hejmarek dergehên sînorî ragihand. Hikûmet wisa bawer dike ku ev başbûna dahatan bi kêmkirina destwerdana di komkirina bayan de û rêgirtina li gendeliyê di dema muamelekirina li gel tevgera bazirganî de, girêdaye.

Di destpêkê de ev sîstem rûbirûyî hinek zehmetiyan bû ji ber lewaziya şarezayiya teknîkî û temamnebûna bingeha elektronîk a li hinek dergehan. Ev yek jî bû sedema fikarên hinek bazirganan ji ber derengketina çûyîna hundir a kelûpelan û bilindbûna mesrefên ambarî û veguhestinê. Lê belê hinekên din pêşbînî dikin ku sedema vê fikarê ewe ku sîstema ASYCUDA bihayê rastîn ê kelûpelan derdixe holê û fersenda destwerdana di mesref an bacên gumrikê de kêm dike.

Ji ber wê yekê dikare were gotin ku piştî bi cih anîna sîstema nû ya gumrikê û sepandina wê li seranserê dergehên sînorî, bîlançoyên fermî yên hikûmetê tekezî li ser hebûna zêdebûneke kiryarî di dahatên gumrikê de dikin ku vê yekê jî şansa serkeftina bi cih anîn û karkirina bi şêwazekî yekgirtî bihêz kir.

Lê belê serkeftina tam a sîstemê hîn jî girêdayî bi cih anîna baş, geşepêdana bingeha elektronîk, kêmkirina aloziyên îdarî û rêgirtina li gendeliyê ya di nav dergehên sînorî de ye. Tevî wan astengiyên teknîkî û îdarî yên ku di bi cih anîna sîstemê de hebûn, di rêya çaksaziya îdarî û aborî de veguhestina ber bi sîstema elektronîk ya di karê gumrikê de gaveke girînge, bi şertê ku li gel geşepêdana jêrxana dîjîtal û bihêzkirina çavdêrî û şefafiyeta di nav dergehan de guncaw be.

Piranî ya lêkolînerên warê aborî di wê baweriyê de ne ku pêwîste pêngavên Iraqê li gel geşesendina bilez a cîhanî ya di warê otomatîkkirina elektronîkî de guncaw bin, ew jî bi rêya avakirina binesaziyeke ku bi berçavgirtina geşepêdana sîsteman û bilindkirina hêza çavdêr û karmendan hemû dergehên sînorî bigire nav xwe. Bi taybet ji ber her du parzemînên Asya û Ewropayê bi hev ve girê dide, Iraq di pêgeheke cografî ya taybet de ye. Ev yek jî wê dike rêyek zindî û rasterast ji bo geştên asmanî yên cîhanî yên cur bi cur. Di encamê de ev kert di bihêzkirina çavkaniyên ne-petrolî yên ji bo aboriya Iraqê de beşdar dibe.  

Di vê dawiyê de, hikûmet bi rêya başkirina navendên giştî û dabînkirina amûr û alavên nûjen giringiyek berçav dide hinek dergehên sînorî ku di lezkirina muameleyan û zêdebûna tevgera geştiyar û kelûpelan de alîkar bûne.

Tê pêşbînîkirin ku rêkarên dawî yên hikûmetê, bi taybetî guhertina cihê karmendên dergehên sînorî û bihêzkirina kontrola îdarî û çavdêriya li ser wan, dê di bilindkirina dahatên dewletê û kêmkirina rewşên gendeliyê û destwerdana di bac û şayisteyên gumrikê de rolek diyar bileyîze. Bi şertê berdewambûna van rêkaran û temamkeriya wan li gel bi cih anîna bibandor a sîstema otomatîkkirinê û geşepêdana binesaziya elektronîkî ya ji bo tevahiya dergehan.

(fk)