Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îşev ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di 12 saetan de 438 dronên Ukraynayê li ser herêmên Rûsyayê û Deryaya Reş xistine xwarê.
Wezaretê diyar kir ku dron di navbera saet 08.00‘an û 20:00‘an de bi dema Moskowê, li deverên wekî Moskow, Kaluga, Tula, Belgorod, Bryansk, Kursk, herêma Krasnodar, Kirim û Deryaya Reş hatine xistin.
Wezaretê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî şeva berê li başûrê rojavayê Rûsyayê 453 dronên din ên Ukraynayê xistibûn xwarê.
