Ş. Cîlan Berces 3’yê Tebaxa 2014’dan di dema fermana 74’an, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibû girtin. Di 20’ Tebaxa 2014’an di dema esîrtiyê da, li bajarokê Tilizêr destê xwe dibire û şehît dikeve. Xelkê Êzîdî wî wekî jina sembola berxwedanê pênase dikin. Li navenda bajarokê Tilizêr peykerê wî hatiye danîn û hersal di salvegera şahadeta wê da merasîma bîranînê çêdikin.

Ş. Cîlan Berces di salvegera 12’emîna şahadeta xweda li ber peykerê navenda bajarokê Tilizêr ku jibo bîrdariya wê hatiye çêkirin bi tevlî bûna malbat, gelek sazî û kesayetên Şengalê bi merasimekî hate bîranîn. Merasima bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

‘Hestiyên şehîdên me radest bikin’

Di merasîmê da dayika Ş. Cîlan Berces Şemê axîvî. Dayê Şemê, axaftina da spasiya kesên tevlî merasima bîranînê bûne kir û wiha got: “ Ş. Cîlan ne tenê keça mine, keça we hemiyane, ev 12 sale jibo Ş. Cîlan merasima bîranînê em çêdikin. Ev 12 sale ez benda hestiyê wê me ku radestî min bikin. Li her bostek axa çiyayê Şengalê da gorên komî hene û hestiyên şehîdên me tê dane, ez hemûyan wekî zarokê xwe dibînîm farqê naxim nav şehîdan da. Ez ji hemû xelkê xwe daxwaz dikim bi tifaq bin, em dema bi tifak bin em karin xwe ji fermana bi parezin.”

‘Meha Tebaxê meha şehîdane’

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên jî, di merasima bîranînê da axîvî û wiha got; ‘‘Meha Tebaxê, li ser esmanên civaka Êzîdî ewrên reş û tarî  kom dibin. Ji ber her rojên meha Tebaxê da, êriş liser civaka Êzîdî ji aliyê dijminan ve pêkhatine. Jiber wê em her rojê meha Tebaxê da merasîmên bîranînê çêdikin. 12 sal ser fermanê re derbas bûn , lê bîrînên fermanê hêjî nehatine kewandin. Em Ş. Cîlan wekî berdewamiya jinên pêşeng ên civaka Êzîdî dibînin. Ew jinên ku serê xwe dane, lê sira xwe nedane. Di dîroka civaka meda gelek jinên berxwedêr hene wekî Zêrîfa Osê, Sitiya Nexşa û Sitiya Eso û hwd. Ş. Cîlan bi helwesta xwe ev jinên berxwdêr cardin anî bîra me. Emê wekî civaka Êzîdî, li çanda xwe baweriya xwe xwedî derkevîn, bedelê wê çibibe bila bibe, ewê ev ol bê parastîn.’’

‘Em şopdarên riya jinên berxwedêrin’

Di merasimê da çalakvan û siyasetmedara Êzîdî Samiya Şengalî axaftinek kir û got: “Ez wekî jinekî Êzîdî serbilindim ku îro di merasima bîranîna jinekî Êzîdî ya berxwedêr de amede bû me. Di dema fermanê da gelek jinên êzîdî li berxwedan û ên hatin esîr kirin ji îro ew bûne dengê civaka xwe ku jenosîd liser civaka Êzîdî hatiye kirin. Em bi jinên Êzîdî serbilindin û emê bibin şopdarên riya wan.”

‘Hikumeta Iraqê jibo Ezîdiya tiştek nake’

Ji xizmên Ş. Cîlan Berces, Xêro Xwedêda di bîranînê da ji bo ajansa me axivî û wiha got: “Em îro jibo Ş. Cîlan Berces merasima bîranînê pêktînîn, em hersal di salvegara wê de bîranîn çêdikin. Hemû nas û dost, Êzîdî tên tevlî merasimê dibin. Em hersal heman tiştî dibêjin lê ev 12 sale gorên komî hemû nehatine vekirin, hîn ji wan hatine vekirin lê hestiyên wan radestî malbatan nehatiye kirin. Hikumeta Iraqê jibo Êzîdiya tiştekî nake, eger Êzîdî bixwe tiştekî nekin, yekê din jibo wan tiştekî nake. Mînak dema komkujiya Tilizêr min bixwe parçeyê laşê însana kom kiriye, lê kesên ev komkujî pêkanîne, yek ji wan heta niha nehatiye darizandin.”

Di merasimê da helbestvan Xwedêda Kûrto helbesta ‘Tu ji peykera mezîntirî’ xwend û merasim bi pêxistina mûman bi dawî bû.

14 wêne
1 / 14