Gelek welatên cîhanê niha bi pirsgirêkên guhertina avhewayê û qirêjiya jîngehê re rûbirû mane. Ev jî ji encama bandorên nerênî yên kargehên pîşesazî û xirab bikaranîna çavkaniyên xwezayî ye. Di derbarê qirêjiya jîngehê, guhertina avhewayê û diyardeya çolbûna hinek deverên li başûrê Iraqê de, Mamostayê Zanîngeha Germiyanê û Pisporê Jîngehê Dr. Ebdulmutelîb Rifet ji ajansa me re axivî.
Dr. Ebdulmutelîb Rifet di despêkê de îşaret bi guhertinên jîngehê û bandorên wê kir û got: “Guhertinên avhewayê yek ji wan pirsgirêkane ku li gelek welatan pêre rû birû mane. Sedemên vê yên xwezayî û mirovî hene. Sedemên mirovî zêdetir bandorê li ser guhertinên avhewayê hene. Wek xirab bikaranîna çavkaniyên xwezayî û bikaranîna sotemenî ya bi rêjeyek zêde.”
Dr. Ebdulmutelîb got: “Ev sedem jî rêjeya gazên germker bi taybetî yekoksîda karbonê, duoksîda karbonê û gaza metanê di atmosferê de zêdetir dike. Ev gaz di atmosferê de kom dibin û dibin sedema çêbûna çînek ji gazên serayê. Ew herêma ku dikeve navbera çîna gazên serayê û ser rûyê erdê, pileya germahiya wê bilind dibe. Ev jî ji ber nehevsengiya wê tîrêja ku ji rojê tê ser erdê û ew tîrêja ku vedigere, dibe sedema têkçûna sîstema jîngehê.”
Pisporê Jîngehê Dr. Ebdulmutelîb da zanîn ku birîna darên daristanan yek ji sedemên din yên guherîna avhewayê ne û got: “Daristan çavkaniya hilmijîna karbonê ne û dibin sedem di atmosferê de rêjeya karbonê kêm bibe. Piştî daristan tên birîn ti alternatîfek li cihê wan nîne ku bikare gaza karbonê ya di atmosferê de kêm bike. Ev jî pirsgirêkek cîhaniye ku yek ji wan xalên di Kongreya Aştî ya Parîsêde bû ku îşaret bi giringînedana bi daristanan hat kirin.”
Mamostayê Zanîngehê Dr. Ebdulmutelîb got: “Yek ji wan pirsgirêkên ku Iraq pêre rûbirû maye diyardeya çolbûnê ye. Ev diyarde jî di encama guhertinên avhewayê, xirab bikaranîna çavkaniyên xwezayî, xirab bikaranîna zeviyên çandiniyê û xirab bikaranîna avê de derdikevin.”
Dr. Ebdulmutelîb destnîşankir ku niha Iraq rûbirûyê pirsgirêka kêmbûna avê û daketina rêjeya baranê bûye û got: “Çavkaniyên ava Iraqê ji aliyê welatên cîran ve tê kêmkirin. Ev yek jî bandorê li ser çolbûna deverên li başûrê Iraqê çêdike. Salane zêdetirî 100 donim zeviyên çandiniyê li wan deveran (Başûrê Iraqê) dibin çol.”
Di dawiyê de jî Pisporê Jîngehê Dr. Ebdulmutelîb got: “Ev diyarde dibe sedemê koçkirina xelkê başûrê Iraqê ya ji bo Başûrê Kurdistanê. Ji berku avhewayê Başûrê Kurdistanê li gor yên wan deveran baştire. Ev koçkirin jî wê di siberojê de pirsgirêkan derxe. Ji berku wê bibe sedem li Başûrê Kurdistanê rikberiyek zêde li ser çavkaniyên xwezayî û xurakê derkeve.”
(kş)
