Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriye Sana’yê, şandeyeke Sûriyeyê ya payebilind a bi serokatiya Şeybanî û şandeya Îsraîlê bi navbeynkariya DYA’yê li Urdunê hevdîtinek pêk anî.
Civîn piştî ku Îsraîlê xaka Sûriyeyê bombebaran kir û rageşiyên li başûrê Sûriyeyê zêde bûn, pêk hat. Hate ragihandin ku her du welat ji bo peymaneke ewlekariyê li ser destpêkirina ji nû ve ya pêvajoya muzakereyê axivîn.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku aliyê Sûriyeyê gotina xwe ya “Golan a dagirkirî xaka Sûriyeyê ye” dubare kiriye û xwestiye ku Peymana Veqetînê ya 1974’an ji nû ve bikeve meriyetê.
