Li navçeya Çemçemalê sê ciwanên xêrxwaz projeyek ragihandine ku têde kesên ku li navçeyê û derdora wê bi nexweşiya penceşêrê ketine, bêberamber dibin Nexweşxaneya Hîwa ya Silêmaniyê û wan cardin vedigerînin malê.

Aşdax Kuwêxa Reuf yek ji wan ciwanên xwebexş û xwediyê vî fikrî ye, got: “Ez bi xwe yek ji wan kesanim ku nexweşek min yê bi penceşêrê ketî hebû. Wek hestkirina bi berpirsyartiyê min projeyek ragihand têde bi rêya wesayîta xwe ya taksî nexweşên penceşêrê yên li Çemçemal û derdora wê bêy beramber (belaş) dibîn Nexweşxaneya Hîwa ya li Silêmaniyê.”

Aşdax Kuwêxa diyarkir ku hinek şevan di saet 04:30’ê şevê de nexweşên penceşêrê telefona wî kirine ku wan bibe nexweşxaneyê û got: “Min ji bo vî karî ti carî hest bi westanê nekiriye.”

Aşdax Kuwêxa diyarkir ku ji bilî vê projeyê, projeyek wan a din heye ew jî bi rêya wesayîtekê dema ku kesek bi şev bimire, ji bo heft goristanan diçin goran dikolin û ronahiyê ji bo goristanê peyda dikin.

Mihemed Asî xwediyê taksiyê ye û ew jî di nava projeya xwebexşiyê de cih digre. Mihemed got: “Dema ku Aşdax li min geriya û got, ‘emê wesayîta te bixin nava projeyê û rojane her kesek pêwîstî pê hebû tuyê veguhêzî Nexweşxana Hîwa, hemû pêdawîstî û xerciya wê ezê pêşwazî bikim.’ Min jêre got tu çi bêjî ez amademe. Piştre me ev proje ragihand.”

Mihemed diyarkir ku hejmara wan yên bi xwebexşî vî karî dikin sê kesin û got: “Me ti demek diyar nekiriye, kengî peywendî bi mere dikin em amadene nexweşan bibin Nexweşxaneya Hîwa.”

Tişta ku ev ciwan dikin, karekî xêrxwazî û komunale. Kurdan bi dirêjahiya dîrokê alîkariya hevdu kirine, di xweşî û nexweşiyan de bi hawara hev çûne. Di dawiyê de, ev dibe bingeha avakirina civakeke alîkar û komunal.

4 wêne
1 / 4

(kş)