Li gorî bîlançoya ajansa me berhevkirî, di heft mehên destpêka vê salê de li Başûrê Kurdistanê 39 jin bûne qurbanî ku 16 ji wan hatine qetilkirin û 23 ji wan bi şêwazekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Çalakvana warê mafên jinan Semîra Mihemed, derbarê diyardeya qetilkirina jinan û sedemên wê de ji Rojnewsê re axivî.
‘Qetilkirina jinan wekî sûcek ji rêzê tê dîtin’
Semîra Mihemed di destpêka axaftina xwe de qala sedemên zêdebûna qetilkirina jinan de kir û got: “Civaka me hîn di warê guhertina civakî de pêş neketiye ku herikîna civakê ber bi aliyekî ve biçe ku qetilkirina jinan wekî sûcek mezin bide naskirin. Ji ber vê yekê di vê mehê de qetilkirina jinan zêde bûye û hincetên civakî ji qetilkirina jinan re tên dîtin û rewayetî pê tê dayîn. Weke ku jin gunehbar be û mafê civakê hebe ku bi qetilkirinê ceza bide wê. Her wiha têkçûna nirxên civakî û şêwaza şaş a wergirtina teknolojiyê û guhertinên nû, bûne yek ji sedemên zêdebûna jinkujiyê.”
‘Nebûna yekdengiya jinan valahiyek di civakê de çêkiriye’
Çalakvan Semîra Mihemed destnîşan kir ku nebûna hişyariya jinan û yekdengiyê di navbera çalakvan û rêxistinan de valahiyeke din di civakê de ava dike ku jinên qurbanî di gelek rewşan de bêyî piştgiriyeke bihêz ji bo parastina mafên wan dihêle. Wê got: “Hîna em negihiştine wê astê ku di civakê de hişmendiyê ava bikin û ji qetilkirina jinekê xwe paş de vekişînin, kirdar bizanibe ku li hemberî wê dê rastî redkirineke bihêz a civakê bibe û dê wekî sûcek were dîtin.”
‘Di medyayê de hincet ji bo kujerên jinan tên danîn’
Her wiha Semîra Mihemed diyar kir ku hinek medya kujerên jinan di nav civakê de wisa nîşan didin ku wek ‘leheng bin’, an jî hincetan ji bo karên diyar dikin û rewayetiyê didin qetilkirina jinê. Semîra Mihemed got: “Ger em aliyê hikûmetê berpirsiyar bibînin, yasayên girêdayî xirab karanîna amûrên medyayê, yasaya rûbirûbûna sûcan û yasaya nehiştina tundiyê hene, lê pirsgirêk di pêkanîna yasayê de ye.
Semîra Mihemed rexne li hikûmetê kir û wiha pê de çû: “Divê desthilata hikûmetê wê peyamî bide ku kes, heta bav jî, bi hinceta ku wasiyê keça xwe ye, mafê wî tune ye ku dawî li jiyana wê bîne. Pêwîste ceza û rewşa yasayî ya tawanê bi şêwazekî zelal ji bo kesan were diyarkirin, da ku kes bizanibe ku ger dest bavêje qetilkirina kesekî, dê çi cezayek li benda wî be. Ev yek jî dikare bibe sedema çêbûna tirsbûneke yasayî ji bo rêgirtina li pêkanîna sûcê û hilbijartina rêya yasayî ji bo çareserkirina nakokiyan.”
‘Pêwîste hikûmet bi yasan kar ji bo hişyarkirina welatiyan bike’
Çalakvan Semîra Mihemed balkişand li ser kêmiya hişyariya yasayî ya di civakê de û got: “Hişyariya yasayî di civaka me de kême. Pêwîste hikûmet kareke zêdetir li ser vê qadê bike. Hikûmetê hîn nekarî ye wê bawerî û hişyariyê ava bike ku xelk ji bo çareserkirina pirsgirêkan berê xwe bidin rêya yasayî. Berovajî vê di gelek rewşan de pirsgirêk bi şêwazê civakî û eşîrtî tên çareserkirin û piştgirî jî di heman çarçoveyê de dibin. Pêwîste hikûmet yasa û cureyên cezayan bi şêwazekî zelal ji welatiyan re bide naskirin, daku kes bizanibe her kareke sûcdariyê çi encameke yasayî heye û berî ku dest bide sûcekê, li ser encamên wê çendîn caran bifikire.”
‘Divê jinên rojnamevan li hemberî neheqiyên li ser jinan bêdeng nemînin’
Çalakvana mafên jinan Semîra Mihemed di dawiya axaftina xwe de tekezî kir ku jiyana te ya te ye, tu kesekî din mafê wî tune ye ku jiyana te ji te bistîne û wiha anî ziman: “Ew jinên ku di medyayê de kar dikin an jî dest avêtine doza jinan, nabe ku li hemberî wê hemû neheqî û zilma ku li hemberî jinan tê kirin bêdeng bimînin. Divê jin dest bide hev du û bi hev re parastinê di mafên xwe de bikin. Ji bo ku hêzeke civakî û manewî were avakirin. Hêzeke ku civak jê bitirse ku pêgeha jinê kêm bike, jiyana wê jê bistîne an jî jinan bike qurbanî.”
(fk)