NAVENDA NÛÇEYAN Ji ber nakokiyên navxweyî yên di nava partiyên Başûrê Kurdistanê de zêdetirî 3 sal û 6 mehin valatiya yasayî li Herêma Kurdistanê heye. Her wiha zêdetirî salek û heşt mehin jî hilbijartin hatiye kirin, lê hîna jî hikûmet avanebûye û parlamento jî neciviyaye. Ev tenê bi pirsgirêkek siyasî yan jî nakokiyek nava partiyan re sinordar nemaye. Di heman demê de statûya Herêma Kurdistanê jî xistiye di jêr metirsiya hilweşîn û senaryoyên cûda de. Niha pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê û aktîfkirina parlamentoyê bûye yek ji mijarên herî aloz û alî li ser vê yekê ji hev dûrdikevin. Aliyan di nava xwe de xetek sor kişandine û bi hilweşandina ezmûna Herêma Kurdistanê gefan li hev dixwin. Senaryoyên li pêş Herêma Kurdistanê çine? Duh Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid di civînek çapemeniyê de bi eşkereyî got: “Yan divê hikûmraniya Herêma Kurdistanê li gorî ku ew û YNK dixwazin pêkwere, yan jî wê dawî li ezmûna Herêma Kurdistanê were.” Ev lêdana zengila dawî ya destkeftiyên Herêmê ye ku 100 salin Kurd xwîna xwe jêre dirêje. Ev ne daxuyaniyek asayî ya serokê partiyekê ye, belku çend senaryoyek ji bo dabeşbûn yan jî hilweşîna Herêma Kurdistanê li holê ye. Di civîna beşek ji partiyan de pêşniyar û guftûgo li ser hatiye kirin ku ger YNK û PDK lihevnekin egera pêkhatina van senaryoyan pêkane. Ji bilî Şasiwar Ebdulwahid, rayedarên PDK’ê û YNK’ê jî bi eşkere li ser çapemeniyê behsa senaryo û egerên cûda dikin. Ger partiyên siyasî lihevnekin, ew senaryoyên ku hene piraniya wan li dijî berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê û ezmûna 35 salên borî ye. Ev senaryo rê xweşkerin ji bo dagirkirinê daku dawî li vê ezmûnê were anîn. Seneryo wiha ne: Yekem: Silêmanî, Helebce, Rêveberiya Germiyan û Raperîn weke rêveberiyeke îdarî raste rast nêzîkatî bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re bike û hemû têkiliyên îdarî bi Hewlêrê ve qût bike. Duyem: Du rêveberî bê avakirin, tenê Parlamento û Serokê Herêmê bimîne. Bibin navendên herî bilind ên Herêma Kurdistanê wate Meclisa Parlamentoyê nemîne. Sêyem: Du rêveberî bimîne û tenê serokê herêmê bimîne ku nûnertiya Herêmê bike. Parlamento û Hikûmet nemîne. Çarem: Kabîneya 9’an a Hikûmeta Herêmê bê avakirin bi mercê ku Serokê Hikûmetê ji bo hevpeymaniya YNK’ê û Nifşê Nû û PDK jî Serokatiya Herêmê werbigire. Pêncem: Hilbijartina pêşwext ku astengî li pêşiya vê jî heye û herêm weke rewşa niha bimîne heta dema Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê pêk tê. Ew jî pêwîstî bi 4 salan heye ku temam bibe ji bo hilbijartina nû. Serokê YNK’ê Bafil Talebanî çend roje li gel gelek aliyan dicive. Di van civînan de ev senaryoyên li jor û gelek pilanên din çi raste rast çi jî ne raste rast tên nîqaşkirin. Yek ji wan pirsên ku ji hevxistina hikûmet û desthilatê ya bi rêya dadgeha federaliyê ye. Tevgera Helwêst ku yek ji aliyên muxalefetê ye ragihand ku van demên nêzîk wê li Dadgeha Federal giliyê hilweşandina Parlamento û ji hevxistina Hikûmeta Herêmê bikin. Berî niha jî Komeleya Dadgerî û Nifşa Nû ew gilî li Dadgeha Federal kiribûn. Niha YNK jî nêzîkî vê biryarê bûye. Ji bo derbasbûna ji vê rewşa parçeyî û çareserî peydakirinê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî pêşniyara li hev kombûnê li serokê hemû partiyan ya li Pîrmam kiribû. Piraniya partiyan ev yek qebûl kiribûn, lê heta niha ne YNK’ê û ne jî Nifşa Nû biryara tevlîbûnê nedaye. Niha YNK û Nifşa Nû bi hev re xwedî 38 kursiyane daxwaza niviya hikûmetê dike û ji bo Serokê Hikûmetê jî dibêje; ‘Ji bilî 38 kursiyan 3 kursiyên din jî mîsogerin û tê pêşbînî kirin ku kursiyeke ya Tevgera Goran û kursiyeke ya cudabûyî ji Tevgera Helwêst û kursiyeke ji Komele hene. Bi vê yekê hejmara kursiyên hevpeymaniya YNK’ê û Nifşa Nû dibe 41.’ Li aliyê din jî PDK dibêje ku ‘Piştrast YNK’ê û PDK’ê 38 kursî nînin. Ev jî tenê weke gotinekê ye ku beşek ji parlametanterên Nifşa Nû bi aliyê xwe ve kişandine.” Xeteriyên nemana statûya Herêma Kurdistanê Civaka navneteweyî ji vê rewşa Herêma Kurdistanê bi fikarin, bê navber zext û hişyariyê ji bo pêkanîna hikûmetê didin. Zexta herî dawî jî serdana Nûnerê Donald Trump Tom Barrack ya di nava hefteya borî de bû ya ji bo Hewlêrê. Li gorî agahiyên hatin girtin, hatiye ragihandin ku heta meha 9’an hikûmet neyê avakirin li benda hilweşîna sîstema federe ya herêmê bin. Ev ne tenê hişyariya dawî ya civaka navneteweyî ye berî niha 20’ê Gulana 2025’an Jenine Plaschardt nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di merasîmeke ya li bajarê Hewlêrê de li pêşberî hemû serokatiya Herêma Kurdistanê ev gotibû: “Heta heta bi vî rengî hûn nikarin otorîteya xwe bidomînin. A zelal û vekîr eve ku hebûna vê statûyê girêdayî yekgirtin û yekbûna we ye.” (eh-şk)