Berdevka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Hêlîn Kara û Berdevkê Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Mamoste Mihemed Bîlen têkildarî pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk, qanûna çarçove û rewşa Rêber Apo, ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
Berdevka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Hêlîn Kara bal kişand ser qanûna çarçove ya ku di meclîsa Tirkiyê re derbas bû û destnîşan kir ku di dîroka gelê Kurd de cara yekemîne ku di meclîsê de pirsgirêka Kurd bi vî rengî bûye rojev.
Hêlîn Kara îşaret bi rola dîrokî ya Rêber Apo da û got: “ Yê ku destpêkê ev pêvajo da destpê kirin, bi fikir û nêrînê xwe, ango rê ji pêvajoyê re vekiriye Rêber Apo ye. Ji ber vê jî, em dibînin pêşketin û guhertinên ku îro çêdibin, hewldanê ku çêdibin de rola Rêber Apo diyarker û sereke ye.

‘Êdî dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye’
Di pêvajoya heyî de, asta ku gelê Kurd û Tirk gihîştine, azadiya fizîkî ya Rêber Apo ferz dike. Pêwîste Rêber Apo, bi şêwazeke rihet tevlî pêvajoyê bibe. Pêwîste deriyê Îmraliyê vebe û bi herkesekî re bikaribe nîqaş bike. Kesên nivîskar, rewşenbîr û hwd. bikaribe bibîne. Ger îro pêwîstî bi selametiya pêvajoya heyî bê dîtin, divê rola Serokatî di aliyê diyarkirina statû de zelal bibe. Wek gelê Kurd û yên ku vê pêvajoyê destek dikin û dimeşînin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo, xaleke sereke ye.”
Berdevkê Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Mamoste Mihemed Bîlen jî destnîşan kir ku ger dewleta Tirk bixwaze çareseriyê bi pêş bixe û wiha pêde çû: “Pêwîste mafê hêviyê bide Rêber Apo û diyar kir ku di heman demê de statûya Rêber Apo diyar bike.”

‘Derveyî azadiya fizîkî ya Rêber Apo her tişt xapandin e’
Mihemed Bîlen bal kişand ser têkoşîna 50 salî ya Rêber Apo û got: “Rêber Apo bi kedeke mezin 50 sale têkoşîn dimeşîne, 42 salan jî tevgerê têkoşîneke çekdarî meşand. Yê ku ev şer sekinand û ev pêvajo destpê kir Rêber Apo bû. Ger dewleta Tirk, birastî jî bixwazê vê pêvajoyê bighîne çareseriyê, divê pêşiya azadiya fizîkî Rêber Apo veke û azad be. Ger azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wek tevger û gel jî, em ê nikaribin vê pêvajoyê bi ser bixin. Serxistina pêvajoyê bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Rêber Apo ne kesayeteke. Rêber Apo civakek e, îdeolojiyek e. Derveyî azadiya fizîkî ya Rêber Apo, her tişt xapandine.”
‘Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e’
Mihemed Bîlen pêvajoyên ku berê jî bi dewleta Tirk re hatibûn pêşxistin bibîr xist û destnîşan kir ku ji ber dewleta Tirk bi awayekî rast nêzî pêvajoyên borî nebû, ango ne samîmî bû, ew pêvajo bi ser neketine û diyar kir ku ger bi vê qanûna derxistine re azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn wê pêvajo bighîje çareseriyê û ev anî ziman: “Ji ber ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê wê wateyê ku wê pêvajo bi çareseriyê re bihgîje serkeftinê. Ger vêya nekin, wek gelê Kurd û tevgerê jî em vê qebûl nekin. Ji bo me ya herî girîng, Rêbertiya me ye, divê Rêbertiya me demildest azad bibe.”
(eh)
