JIYAN PÎRAN/MEXMÛR
Hevberdevkê Pêşbirka Şehîd Deniz Firat a Çîrok, Helbest û Wênekêşan, Medenî Îlhan diyar kir ku demê şandina berheman heta 10 rojên din hat dirêjkirin û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne kesên beşdarî vê pêşbirkê dibin, di aliyê hunerî de xwe bibînin û hunera xwe keşîf bikin.”
Her du sal carek li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo biranîna Şehîd Deniz Firat ku 8’ê Tebaxa 2014’an, di şerê li dijî DAIŞ’ê de gihiştibû şahadetê Pêşbirka Şehîd Deniz Firat a Çîrok, Helbest û Wênekêşanê tê lidarxistin.
Îsal jî di 25’ê Nîsanê de serlêdanên Pêşbirka 7’emîn a Şehîd Deniz Firat hat destpêkirin û wê heta 10’ê Tirmehê berdewam bike. Herî dawî ji wê di 8’ê Tebaxê de bi merasîmekê diyariyên kesên di pêşbirkê de pile girtine werin dayîn.
Têkildarî agahiyên berfirehtir ên Pêşbirka Şehîd Deniz Firat Hevberdevê Komîta amadekar, Medenî Îlhan ji ajansa me re axivî.
Medenî Îlhan di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Deniz Firat de tevahî Şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got: “Wek tê zanîn her du sal carekê ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad ve pêşbirka Şehîd Deniz Firat a Çîrok, Helbest û Wênekêşanê tê lidarxistin. Em her carê diyarî şehîdên pêşeng ên ku canê xwe di oxira Kurdistanek azad û Rêbertiyek Azad de dane dikîn. Me îsal jî diyarî şehîdên xwe yên pêşeng Şehîd Rohat Rover, Şehîd Ziyad Heleb û Şehîd Deniz Çiya dikin. Wek tê zanîn 30’ê Hezîranê salvegera şahadeta Heval Zîlane em wê jî bi minetdarî bibîr tînîn. Wek me di destpêkê de jî dayî diyar kirin şandina berheman wê heta 30’ê Hezîranê bi dawî biban lê di vê demê dawî de gelek berhem hatin, ji bo wê jî me wek komîte heta 10 rojên din girtina berheman dirêj kir.”
Medenî Îlhan diyar kir ku armanca pêşbirka wan zindîkirina nirx û bibîranîna şehîdane û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Di heman demê de ji bo çanda me di aliyê wêje de hin dewlementir bibe me ev pêşbirk daye destpêkirin. Em di wê baweriyê de ne kesên beşdarî vê pêşbirkê dibin, di aliyê hunerî de xwe bibînin û hunera xwe keşîf bikin. Em serkeftinê ji hemû beşdarvanan re dixwazîn.”
https://rojnews.news/ku/serledanen-ji-bo-7emin-pesbirka-wene-cirok-u-helbesta-ya-sehid-denzi-firat-destpe-kir/
Serlêdanên ji bo Pêşbirka Şehîd Deniz Firat heta 10’ê Tîrmehê hate dirêjkirin

18