Medyaya Iraqê derbarê gihîştina serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a ji bo Iraqê û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên Iraqê, agahî parve kirin.
Li gorî medya Iraqê Baqir Qalîbaf beriya niha demek kurt gihiştiye Bexdayê û ji aliyê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Ednan Feyhan ve hatiye pêşwazîkirin.
Li gorî heman çavkaniyan wê Qalîbaf ewil bi serokê parlamentoya Iraqê re bicive. Piştre jî bi serokên fraksiyonên di nav parlamentoya Iraqê de bicive.
Tê gotin piştî hevdîtinên li parlamentoyê, wê Qalîbaf bi serokwezîr, serokkomar û serkirdeyên din yên siyasî yên Iraqê re hevdîtinan bike.
Li gorî medya Îranê mijarên sereke yên guftûgoyan; xurtkirina peywendiyên dualî, ewlehiya sînoran, rûbirûbûna "terorê", geşepêdana hevkariyên aborî û şopandina bicihanîna peymanên hevpar ên di navbera her du welatan de ne.



