Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî di Heştemîn Konferansa Diyalogê ya Bexdayê de têkildarî rewşa navxweyî ya Iraqê û radestkirina çekên di dest komên çekdar de axivî.

Nizar Amêdî têkildarî temamkirina kabîneya hikûmeta Iraqê diyarkir ku îradeyek heye di demek nêzîk de kabîneya wezîran bê temamkirin. Amêdî got ku li Iraqê her kes di yek keştiyê de ye û hikûmet serkirdayetiyê jêre dike.

Her wiha Serokkomar Nizar Amêdî destnîşankir ku Iraq yek ji wan welataye ku piştî Îranê herî zêde bandora şer li ser heye û got ku hikûmet di rûbirûbûna astengiyên li pêşiya ewlehî û aboriyê de jî berdewame.

Têkildarî peywendiyên li gel Îranê jî Amêdî got ku wan bi rêya hevdîtina li gel serokê parlamentoya Îranê peyama xwe gihandine daku peywendiyên navbera her du welatan ji nûve di berçavan re bê derbaskirin.

Di derbarê radestkirina çekên komên çekdar ya ji bo dewletê jî Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî got: “Destur me neçar dike ku kontrolkirina çekan di destê dewletê de be. Merciyeta olî li Necefê jî daxaza vê yekê dike. Pêwîste li gel komên çekdar diyalog û ji hevtêgihiştina ji bo kontrolkirina çekan a di destê dewletê de hebe.”

Her wiha Nizar Amêdî diyarkir ku ew qebûl nakin xaka Iraqê ji bo êrişkirina li ser ti welatek din were bikaranîn.

Têkildarî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraqê jî Nizar Amêdî got: “Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza Iraqê hat daku rûbirûyê DAIŞ’ê bibe. Lê niha pêwîstiya Iraqê pê nemaye. Wê heta 30’yê Îlonê hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.”

(kş)