Ajansa me Rojnewsê, ji ber girîngiya naskirina vê xebata dehan salan a siyasetmedar û nivîskarê navdar Mihemed Pêncwênî ê ku şopa wî di dîrokê de nayê inkarkirin, rêze-dosyayeke ku ji 5 beşan pêktê amade kiriye. Armanca me ewe ku em balê bikêşin ser qonaxên herî geş û tarî yên jiyana Mihemed Pênciwênî. Tevî ne gengaz be em di çend rûpelan de behsa hemû aliyên jiyana wî bikin jî, lê belê emê hewl bidin parçeyekî mezin ji vê mîrasa pîroz bi nifşê nû bidin naskirin.

Mihemed Pênciwênî di destpêka vê hevpeyvînê de, deriyên bîranînên xwe vedike û behsa rojên jidayikbûn û xwendina xwe dike. Wekî ew bixwe tîne ziman, di sala 1944'an de li gundê Başmaxê yê ser bi Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ve çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ew di nav malbatekî qelebalix de mezin bûye ku ji şeş bira û çar xwişkan pêk dihat û kurê sêyem ê malê bû.

Bavê Mihemed Pênciwênî berê xwe dide Pêncwênê û li wir dest bi dukandariyê dike. Karê wî yê serekî, birîn û anîna kelûpelan a di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bû û bi vî rengî debara xwe dikir.

Ev kesayetê ku li Pêncwênê mezin bûye, behsa wan rojan dike û dibêje; "Mîna her zarokekî din ê Pêncwênê, ez jî di serdema zarokatiya xwe de mijûlî şivantî û karê dukanê bûm. Piştre min dest bi xwendina xwe kir û piştî qonaxa navîn, ez hatim bajarê Silêmaniyê û li dibistana pîşeyî hatim qebûl kirin."

Pênciwênî her ji destpêka temenê xwe ve, xwedî hestên niştimanperwerî û hizra siyasî bû. Ew bi xwe behsa wan rojan dike û dibêje: "Di wê serdemê de jiyan pir zehmet bû. Xanî pir biçûk bûn, lê têkiliyên civakî pir germ û bihêz bûn; di her xaniyekî de ji sî kesan zêdetir mirov bi hev re dijiyan. Wê deme li Pêncwênê xelkê di demsala payîzê de ji bo sê-çar mehên zivistanê amadekariya berfê û erzaq dikir. Ji ber ku berfeke pir zêde dibariya, di salê de carna du mehan rêyên Pêncwênê bi temamî girtî diman."

Sala 1958'an Pêncwên dibe qeza. Mihemed behsa wê deme dike û diyar dike ku wê demê xelkê karên xwe bi awayekî kolektîf û bi hevkarî dikirin; di şahî û şînan de, di rojên cejnê de her kes bi hev re bû û nanê xwe bi hev re dixwarin. Di nav mizgeftan de, jinan barê malê û berpirsiyariya giran a mêran sivik dikirin, her wiha mêr jî ji bo karên çandiniyê, rez, bax û hevkariya hevdu bi temamî serbest û amade bûn.

Pênciwênî vedigere ser wan rojan û dibêje ku Pêncwên ji du herêman pêk dihat. Bajar ji ber sînor û hebûna xwe ya cografî giringiyeke mezin girtibû, lewma têkiliyên wê yên çandî ligel Rojhilatê Kurdistanê pir xurt bûn. Her wiha ji ber karên bazirganiyê hatûçûna gelek kesên cuda yên ji herêmên din hebû û bandoreke taybet li ser deverê dikir. Pêncwênî dibêje: "Ji ber ku dîwanxaneya me her tim tije mirov bû, me gelek kesên cuda nas dikirin, bi taybetî di warê siyasî de bûyerên Rojhilat bandoreke pir mezin li ser min çêkir."

Mihemed Pênciwênî her wiha dibêje; "Min di dîwanxaneya mala xwe de, berî ku berê xwe bidim siyasetê, heskirina helbestê nas kir. Bavê min pir ji wêjeyê hezdikir. Helbestvanên wê serdemê mîna Mamoste Qanî û Mofeq Pêncwênî dihatin mala me û min sûd ji wan wergirt. Min bixwe ji devê Mesûd Mihemed bihîstiye ku digot ku li cem bavê min behsa pêşketina Pêncwênê dikir û diyar dikir ku ev der ji aliyê pêşkeftinê ve dişibe Sine, Koye û Xanewadeyên Biyarê. Li Pêncwênê cihû jî hebûn ku xwedî cih û war, xwedî kar û destrengîn bûn."

Mihemed Pênciwênî dibêje, piştî vê qonaxê ew êdî mezin dibe û berê xwe dide bajarê Silêmaniyê da ku qonaxên xwendina xwe berdewam bike. Li wir êdî pêngavên wî yên serekî yên di qada karê siyasî û neteweyî de destpê dikin.

Sibe beşa duyem