"Pêşniyara Qanûna di Derbarê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekgirtina Civakî de" di rojên pêş de dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bê dengdan û bi îhtimaleke mezin dê bibe qanûn. Bêguman ev qanûna ku elaqedarî meseleyeke dîrokî ya wekî pirsgirêka Kurde, dê di çarçoveyên hiqûqî, siyasî, dîrokî û civakî de bê nîqaşkirin û nirxandin. Lê tişta herî girîng peywendiya vê pêvajoya hiqûqî ya bi banga Rêber Apo ya 27'ê Sibata 2025'an a ji bo Aşitî û Civaka Demokratîk re û têkiliya wê ye bi stratejiya siyasetê ya demokratîk re ye ku li şûna stratejiya têkoşîna çekdarî hatî pêşxistin. Dîsa divê em bi bîr bînin ku Rêber Apo di serdemekê de ku li Rojhilata Navîn siyaseta şer herî zêde kûr bibû, rûxandina Xezeyê dihat jiyîn û planên tasfiyeyê yên li dijî hêzên derveyî pergala dewlet-netewe ketin meriyetê de ev bang kiribû. Anku aliyekî vê pêvajoyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dihewîne, aliyekî wê jî armanc dike ku li dijî stratejiya şer a ku li Rojhilata Navîn tê kûrkirin, li ser navê gelan bernameyeke aşitî û demokrasiyê biafirîne. Dema ku şerê cîhanê yê ku li Rojhilata Navîn kûr dibe hemû pergala herêmî binûser dike û modelên nû yên siyasî-civakî, stratejiyên nû yên hebûnê ferz dike, nirxandina berfirehtir a pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye, ji bo ku em hem xeterî hem jî derfetên pêvajoyê rast binirxînin dibe mercê bingehîn.

Li dijî stratejiya kuştinê stratejiya jiyanê

Êrişên ku Îsraîlê di Cotmeha 2023'an de li ser Xezeyê dest pê kirin, ji modelên şer ên klasîk zêdetir wekî "modela rûxandinê" ya nû hate pêşxistin. Vê modelê ne tenê "dijminê" li beramberê xwe, lê armanc dikir ku hemû zemîna hebûnê ya civakekê tune bike. Rêber Apo ev rewş zû nirxandibû, pêşbînî kiribû ku şerê li Rojhilata Navîn dê li Kurdistanê kûr bibe û ji bo ku Amed, Silêmanî, Hewlêr, Mehabad û Qamişlo nebin “Xezzeyên Nû”, li dijî vê "stratejiya kuştinê" ya nû "stratejiya jiyanê" ya nû pêşxist. Banga 27'ê Sibata 2025'an di cewherê xwe de eve. Rêber Apo ne tenê planên îmhayê yên li ser Tevgera Azadiyê an jî Bakurê Kurdistanê nirxand, lê wî dît stratejiyeke nû ya qirkirinê ku Rojava-Başûr û Rojhilat jî di nav de hemû Kurdistanê dihewîne ketiye dewrê û li dijî vê, stratejiyeke nû ya hebûnê pêşxist. Îro yên ku êrişî pêngava civaka demokratîk û perspektîfa entegrasyona demokratîk a Rêber Apo dikin, bi rastî jî an stratejiya nû ya Kurd-Kurdistanê ya Rêber Apo nabînin an jî vê yekê bi zanabûn dikin; anku ji ber ku pêşiya qirkirina Kurdan girtiye ji Rêber Apo hêrs dibin, hem jî bi navê Kurd û Kurdistanê vê dikin.

 

Hêzên li derveyî dewletê yan têne teslîmgirtin an jî têne îmhakirin

Ev pêvajoya ku di Cotmeha 2023'an de li Xezeyê destpê kir û tasfiyekirina Hamasê armanc dikir, di sala 2024'an de bi Libnanê re berdewam kir ku tasfiyekirina Hizbullahê hedef dikir, û di sala 2026'an de bi êrişên ji bo rûxandina rejîma Îranê berdewam kir, di cewherê xwe de planeke stratejîk e ku teslîmgirtina hêzên muxalîf û entegrekirina wan di dewletê de an jî tasfiyekirina wan bi êrişên îmhayê dihewîne. Pêwîste ku êrişên li ser Şoreşa Rojava yên di destpêka 2026'an de, êriş û gefên nû yên ku bi şerê Îranê re li ser Başûrê Kurdistanê pêş dikevin jî di nav vê çarçoveya giştî de bêne nirxandin. Belê, li Kurdistanê kîjan hêz an avahî dikare vê pêvajoyê bi awayekî berfireh bixwîne, stratejiya derketina ji vê şerî pêş bixe, û planeke stratejîk ku dê civak û welatê xwe biparêze pêş bixe?

Li qadê dû planên cihê yên entegrasyonê kar dikin

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê niha li qadê du planên cihê yên "entegrasyonê" kar dikin. Ya yekem; plana "entegrasyona demokratîk" a ku Rêber Apo pêş xistiye û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd armanc dike ye, ya din jî plana entegrasyonê ye ku bi navgîniya Tom Barrack li qadê tê sepandin û hêzên navneteweyî bi motoya "Yek Desthilat, Yek Qanûn, Yek Çek" pêş xistine. Çawa ku tê zanîn, Tom Barrack ku Balyozê DYA’yê yê Tirkiyeyê ye, di heman demê de xwedî sifeta Nûnerê Taybet ê Serokatiya DYA’yê yê Sûriye û Iraqê ye. Ev sifeta ku qadeke wisa fireh dihewîne, bi berfirehiya plana ku hewl dide bixe rewşê re têkildare. Jixwe Barrack gelek caran eşkere kiriye ku ew Tirkiye-Iraq û Sûriyeyê di yek astê de dinirxînin. Di çarçoveya berfireh de, divê mirov Libnanê jî di nav vê resmê binirxîne, ku Barrack bi xwe jî zarokê malbateke bi eslê xwe Libnanî ye.

Biryara bêçekkirina rêxistinan biryareke navendî ye

Doktrîna ku Barrack hewl dide bixe meriyetê, komkirina hemû çekan di destê dewleta navendî de dihewîne. Biryara ku hikûmeta Libnanê di Tebaxa 2025'an de ji bo komkirina hemû çekên "dijyasayî" di destê dewletê de da û biryara dewleta Iraqê ya beriya çend rojan ku got "Hemû komên ku heta 30'ê Îlona 2026'an çekên xwe teslîmî dewletê nekin dê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de bêne destgirtin", di vê wateyê de bi hev re peywendîdarin. Bi Hemasê re jixwe peymana bêçekkirinê hatibû îmzekirin. Dema ku em êrişên li ser hêzên parastinê û gel ên li Rojava yên di destpêka 2026'an de û pirsgirêkên ewlehiyê yên ku li Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî kûr dibin li vê resmê zêde bikin, em dikarin rewşa Kurdistan û Rojhilata Navîn û tişta ku Rêber Apo hewl dide bike çêtir bibînin.

Rêber Apo stratejiyeke nû ya hebûnê pêş dixîne

"Entegrasyona" ku Tom Barrack hewl dide pêş bixe, tasfiyekirina hemû komên çekdar-berxwedêr ên derveyî dewletê dihewîne (xeta îdeolojîk-siyasî ya van koman mijareke cihê ya nîqaşê ye) û avakirina avaniyeke nû ya aborî-ewlehiyê dihewîne. Ji bo plankirina lihevanîna bazirganî û enerjiyê ya mezin ku ji Deryaya Hezarê heta Deryaya Spî dirêj dibe, bi hevkariya hêzên herêmî "paqijya rêyekê" dike. Ev plan di navbera Tirkiye-Sûriye û Iraqê de vekirina korîdoreke nû ya aborî û lojîstîk û entegrekirina herêmê dihewîne ku divê mirov vê yekê di çarçoveya berfirehtir de bi Peymana Îbrahîmî re ku Îsraîlê pêş xistiye re binirxîne. Ji bo pêkanîna vê planê, afirandina ne yek lê 10 Xezeyan ji bo wan nabe pirsgirêk. Rêber Apo jî li beramberî vê planê ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn li ser bingeha demokratîkbûnê avaniyeke nû ya hebûn, ewlehî û jiyanê pêş dixe. Rewş bi vê qasî stratejîk û jiyanî ye.

Projeya Rêber Apo hemû Kurdistanê dihewîne

Eger em dîsa vegerin ser mijara xwe; nirxandina qanûna çarçoveyê ya ku di rojevê de ye di nav vê tabloya giştî de, destgirtina vê yekê wekî "destpêkek" çawa ku Rêber Apo jî anî ziman, û nirxandinê rewşê bi zanîna ku em di nav pêvajoyeke nû ya avaker de ne hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Rojhilata Navîn, dê objektîftir û exlaqîtir be. Rêber Apo hem li ser navê Kurdan hem jî li ser navê gelên herêmê dixwaze serdemeke nû ya avaker pêş bixe, dixwaze destkeftiyên Kurdan û Kurdistanê bixe bin mîsogeriya hiqûqî û siyasî.  Çawa ku tê zanîn, ji bo pêvajoyên avaker stratejiyên ku xwedî yekîtiya siyasî-hiqûqî-civakî ne pêwîst dikin. Li ser vê bingehê destgirtina pêvajoya ku Rêber Apo hewl dide bi dewleta Tirk re pêş bixe, dîtina vê yekê wekî stratejiyeke nû ya hebûnê, fêmkirina ku ev yek hemû parçeyên Kurdistanê dihewîne û meşandina xebatên temamker pêwîste. Wekî mînak, dema ku metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê ev qas zêde bûne, siyaseta Başûr li ser navê gelê Kurd stratejiyeke çawa pêş dixe? Li şûna nîqaşkirina ev çendî ya pergala parastina hewayî ku DYA’yê ji Hewlêrê vekişand, çima bi gelê xwe re bernameyeke nû ya siyasî-civakî, stratejiyeke parastina neteweyî nîqaş nake? Çima bi pêşxistina xebatên yektiya neteweyî tevkariyê li pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye nake?

Asta têkoşînê dê pêşeroja qanûnê diyar bike

Bêguman ji pergala sêdarê û qirkirinê ya sed salî ya Komara Tirkiyeyê hatina ber bi rewşa îro ne hêsan bû, vê yekê herî baş Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd dizanin. Niha jî mezinkirina vê gava yekem bi têkoşîna civaka demokratîk, xistina hebûna Kurd di bin mîsogeriya destûra bingehîn de û pêşxistina azadî û demokrasiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn dê ne hêsan be. Rêber Apo bi qanûna ku niha di rojeva meclisê de ye zemîn û derfetên esasî ji bo avakirina civaka demokratîk afirandiye. Amûra şer a di destê dewletê de rawestandiye û ji têkoşîna demokrasiyê û azadiyê re qadeke nû vekiriye. Di vê wateyê de Rêber Apo bi erka xwe ya dîrokî rabûye û hê jî radibe. Ji vê û şûn ve êdî berpirsiyariya me ye. Asta têkoşîna ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dê bidin dê diyar bike ku qanûn têrkere an ne têrkere. Eger gelê Kurd di hemû parçeyan de bi hêzên demokrasiyê re xebatên avakirina civaka demokratîk mezin bike, ev qanûna yekem dê fireh bibe û heta pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn a nû bihêz bibe, di rewşa berevajî de jî dê qanûna heyî hêj paşdetir bikeve.