Taxa Tûwespî dikeve bakurê rojavayê Silêmaniyê. Ev tax li derveyî plana giştî û endezyariyê hatiye avakirin û xelkê bi xwe ava kiriye. Ji ber vê yekê, tenê ji ber ku xelkê bi xwe ava kiriye, hikûmetê tu xizmet ji bo taxê nekiriye. Niha hikûmet ji bo taxê planeke giştî amade dike.
Niştecihên taxê bi fikarin ku hikûmetê ew paşguh kirine û dibêjin ku hikûmet wan wekî welatiyan nabîne, ji ber vê yekê, tu xizmet ji wan re nehatiye kirin. Têkildarî mijarê ji ajansa me re axiftin ku hêvî dikin bi rêya ajansa me daxwazên wan bigihin rayedarên peywendîdar ku bala xwe bidin ser taxa wan.

Şilêr Ehmed ku pênc salin li taxa Tûwespî dijî li ser mijarê ev tişt got; “Cihê me dûre û ji bo me tiştek nehatiye kirin. Ji ber rêyên xirab, germ û tozê, em nikarin zarokên xwe jî derxin. Em tenê ava bîrê bikar tînin û her çend xirab be jî, em neçarin ku jiyana xwe bidomînin."

Her wisa welatiyek din yê taxê Şaho Bûrhan jî diyar kir ku welatiyên ku li vir dijîn mirovên xizan û kêmdahatin, lêbelê, ew li vê cihê nerehet û bê xizmet dijîn û got; “Bê rê, kanalîzasyon, navendek tenduristiyê ne û dibistan jî kabîne ye. Bêyî me kes li vir nikare li vir bijî.”
Her wiha got ku otobûs hatiye dabînkirin, lê pir dereng tê û diçe û got; “Kesên ku wesayîtên wan hebin başe, lê yên wesayît neyî neçar dimînin nîv saet li benda hatina otobûsê bimînin. Em nizanin sûcê van kesan çi ye û ti xizmetgûzariya wan nayê kirin. Ji me re tê gotin ku ev bajarekî Ewropî ye û hemû apartman û vîla ne, lê liv ir jî mirov li vir bi vî rengî dijîn.”

Her wisa welatiyê Azad Mehmûd eşkere kir ku hejmara mirovên ku li heman taxê dijîn bi qasî 4 hezar malane û got; “Piraniya mirovên ku li vir dijîn an karker an karmendin. Ji ber ku ew bêyî plansaziyek rast hatiye çêkirin, lênêrîna dibistan û navendên tenduristiyê têrê nake.”

Zarokên vê taxê ji rewşa heyî gelek bêzarin û zehmetiyê dikişînin, bi taybet di dema xwendinê de. Şehên Şaho û Rêjwan Jîlwan, ku jiyana xwe li vê taxê destpê kirine, gotin: "Stadyûmek me tune ku em dema xwe lê derbas bikin. Ev der ne kêrhatî ye. Gelek caran dema leyîstinê cilên me diqetiyan û laşê me birîndar dibû. Em li vê taxê mezin bûn û zêdetirî 12 salane ku mala me li vire. Baxçeyên me an jî cihên din yên leyîstinê tune ne. Xizmeta dibistanên me baş nayê kirin û di zivistanê de dibin lehiyê. Ji ber vê yekê di vê tevliheviyê de leyîstin pir ne xweşe. Em her roj bi cilên qirêj diçin malê û dibin bar û zehmetî ji dayika xwe re.”

Osman Ezîz, niştecihekî bit emen yê taxê ye û têkildarî mijarê wiha axivî; “Me gelek caran daxwaz kiriye ku tenê rêya sereke bê asfaltkirin. Lêbelê, tevî ku bi hinceta nebûna budçeyê razîbûna xwe nîşan dane jî, ev hîn nehatiye kirin. Tu kes ji me ji bo keyfê nehatiye vir. Lêbelê şiyana me jiyankirina li bajêr nîne. Em nikarin kirê jî bikin. Jiyana li vir eve, havînê germ û toze, zivistanê jî qirêje.”
Nêzîkî 4 hezar malbat li taxa Tûwespî hene. Ji bilî wê jî, bi sedan malbatên din li gundên derdora taxê dijîn û wan xizmetên guncaw wernegirtine. Rayedarên peywendîdar red kirin ku li ser rewşa niştecihên vê taxê daxuyanî bidin.
Di derbarê sozên ku ji wan re hatine dayîn ku erdên wan tomar bikin, çavkaniyek ji Şaredariya Silêmaniyê ji ajansa me Rojnews’ê re got: "Ev biryar ewqas bi hêsanî nayê bicîhanîn. Ji ber ku astengî û prosedurên xwe hene, dibe ku ewqas zû neyê bicîhanîn. Divê prosedûrên qanûnî werin şopandin. Piştre re gav bi gav tê bicihanîn.”
Her wiha çavkaniyê got ku piştî ku biryar di rojnameyê de were weşandin û ji saziyên hikûmetê re were şandin, dê planeke giştî ji bo sînor were amadekirin. Piştre qeydkirina erdê wan dê destpê bike.
(wd)
