Welatiyên taxên Silêmaniyê têkildarî pirsgirêka bê aviyê û zehmetiyên ku jiyan dikin, ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.

Vîan Ehmed ku nişteciha taxa Qulerîsî ye dibêje: “Em nizanin em bigihîjin çi; avê ji bo vexwarinê bikirin yan ji bo muberîdeyê û şûştina zarokan? Zarokê kîjan berpirsî dikare bi vî rengî û di vê germahiya havînê de bê av muberîdeyê pêxîne? Tevî vê yekê jî, divê em ji saet 12’ê şevê heta 5’ê sibehê nerazên û li benda avê de rojê derbas bikin.”

Her wiha da zanîn ku ew ava kêm a ku piştî çend rojan carekê didin wan, pir hindike û tenê çend deqeyan tê. Bi gotina wê tankê jî tije nake û got: “Tenê di vê havînê de, di vê bêderfetiya aboriyê de min 120 hezar dînar daye avê, ev çi jiyane?”

Îsmet Kake Reş welatiyekî din ê heman taxê ye û wiha behsa mijarê kir: “Jiyana me ji ber bêaviyê ewqas zehmet bûye, gihîştine wê astê ku taxa xwe biterikînin. Me xaniyên xwe dane bîroyên xanûberan daku em bifroşin. Ji ber vê yekê em neçarin biçin cihekî din.”

Dayê Zînet Qadir dibêje: “Ez di kirêyê de me, di vê bê mûçetiyê de divê ez avê bikirim. Ger keça min alîkariya min neke, ez nikarim bixwînim û debara jiyanê bikim, nikarim pereyê av, elektrîk û kirêya xanî bidim. Bi vî rengî jiyan nabe. Gelek caran jinên taxê em civiyan û me daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku bi hewara me de bên, lê tu kes ji wan bi dengê me ve nehatin.”

Welatiyê bi navê Behre Îbrahîm ragihand ku wan serdana berpirsê dabeşkirina avê yê taxa xwe kirine û bi eşkereyî ji wan re ragihandine ku ger avê bi rêjeya pêwîst berdin, dê hemû Qulerîsî di nav avê de bimîne, lê ew tenê ji sedan 2’yê avê berdeddin ku ev jî ji bo taxa Qulerîsî ku pir bilinde, av jê re nayê yan jî pir kêm tê.

Behre Îbrahîm got: “Li şûna ku pirsgirêka avê ji me re çareser bikin, gef li me xwarine ku divê bêdeng bin û tiştekî nebêjin. Me jî ji neçariyê bêdengî hilbijartiye da ku ew misqala ava ku her hefteyekê ji me re tê jî neyê birîn. Em dizanin ew ava ji me tê qutkirin, difroşin kompanya û yekeyên niştecihbûnê.”

Li ser heman mijarê Jîlwan Celîl, diyar kir ku dabeşnekirina avê ew neçar kirine ku du hefteyan carekê avê bikirin. Bi gotina wan, çar salin di vê taxê de pirsgirêka avê heye û heta niha nehatiye çareserkirin.

Awaz Seîd ku nişteciha heman taxê ye li ser mijarê wiha anî ziman: “Ji bo ku ez alîkariya cîranên xwe bikim û avê bi wan re parve bikim, ez ji bo mala xwe rêjeyeke pir kêm avê bi kartînim. Em gihîştine wê astê ku zarokan neşûn û muberîdeyê jî pê naxin. Ji ber vê yekê ez jî mîna wan avê bi kartînim da ku cîranên min jî jê sûd wergirin û bê av nemînin.”

Her wiha destnîşan kir ku gelek xaniyên vê taxê ji bo firotinê hatine danîn, lê kes jê nakire ji ber ku tax bê ave.

Ji bo şopandina pirsgirêka ava taxên bajarê Silêmaniyê û nerazîbûna van welatiyan, Rojnewsê ev pirsgirêk bir ber destê Rêveberiya Ava Silêmaniyê û di vê derbarê de berdevkê rêveberiya avê Amanc Celal, ji me re axivî.

Amanc Celal got: “Çavkaniyên dabînkirina ava Silêmaniyê du proje ne, ew jî ava Serçinarê û xeta yek û du ya ava Dukan-Silêmaniyê ne. Ew taxên ku avê ji projeya Serçinarê werdigirin, ji ber ku îsal baranekî baş bariya tu pirsgirêkek ji bo wan çênebûye. Lê belê, ew taxên ku avê ji xeta Dukan-Silêmaniyê werdigirin, ji ber xorabûna pompên avê bi pirsgirêkê rû bi rûbûne. Gelek tax li ser vê xetê ne wekî Qirge, Raperîn, Qulerîsî, Kurdistan, Tavge û taxên din ku pirsgirêk ji bo re wan çêbûye.”

Di dewamê de Amanc Celal diyar kir ku li ser xeta Dukan-Silêmaniyê, ew sê pompên ku ji kar ketibûn hewla çêkirina wan daye û niha di qonaxa dawî de ne. Amanc Celal got: “Bi çêkirina van pompan, pirsgirêka van taxan dê bi dawî bibe û rewşa ava wan dê asayî bibe. Em hemû wan gotegotan red dikin ku qaşo av ji bo projeyên niştecihbûnê û avahiyan tê firotin.”

7 wêne
1 / 7

(fk)