NAVENDA NÛÇEYAN Serokê Desteya Aborî ya Iraqê ragihand ku tê pêşbînîkirin ku budceya sala bê ya Iraqê 200 trilyon dînar be. Serokê Desteya Aborî ya Parlamentoya Iraqê têkildarî qebareya budceya sala bê ya Iraqê dema erêkirina wê ji medyaya Iraqî re axivî. Serokê Desteya Aborî ya Parlamentoya Iraqê Ewdeî Ewad anî ziman ku tê pêşbînîkirin ku budceya sala 2027’an ya Iraqê 200 trilyon dînar be. Hate ragihandin ku ji bo erêkirina vê budceyê jî wê meha Cotmeha îsal pêşkêşî parlamentoyê bê kirin. (eh)