Qanûna "Xurtkirina Hevgirtina Netewî û Yekparebûna Civakî" di 10’ê Mijdarê de li Mecisa Tirkiyeyê hate pejirandin û di 18’yê Tebaxê de ji hêla Serokomar Tayîp Erdogan ve hate îmzekirin û di rojnameya fermî de hate weşandin.

Hemû hêvî ewin ku şert û mercên xebatê yên belaş ji Rêber Apo re werin dayîn û ew bikaribe çavdêriya pêvajoyê bike. Çavdêrê Siyasî yê li Silêmaniyê Cemal Arez ji ajansa me re  li ser qanûna çarçoveyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo axivî.

Cemal Arêz got ku derxistina qanûnan li meclisa Tirkiyeyê ne hêsane, ji ber ku gelê Tirk di 100 salên borî de wisa hatiye perwerdekirin ku Tirkiye tenê ya Tirkane. Lewra qanûna çarçoveyê hem ji aliyê Kurdan û hem jî ji aliyê Tirkên nîşadperest ve li rastî bertekên zêde yên erênî û neyênî hatiye.

Çavdêrê Siyasî di dewamê de behsa rol û şiyana Rêber Apo kir û got: "Birêz Abdullah Ocalan rêbereke ku li gorî dem û cihê biryaran dide. Ji ber ku eger kesekî din 27 salan di hucreya yek-kesî de û ji her tiştî dûr bimîne, ewê nikaribe biryaran bide. Lê ji girtîgehê, Ocalan destûra nû ya Tirkiyeyê nivîsand û li ser rêya ewlehiya Tirkiyeyê biryar da. Heta ew kesên li Tirkiyeyê ku bi stratejîk difikirin jî. Ew gihiştine wê encamê ku Ocalan dikare Tirkiyeyê ji vê rewşê biparêze.”

Derbarê girîngiya qanûna çarçoveyê de, Cemal Arêz got; "Ger em dîroka Tirkiyeyê û hişmendiya neteweperest ya tê de bidin ber hev; derxistina qanûnê serkeftinek mezine û dê bibe bingeha destpêka aştiyê. Divê em ji bîr nekin ku gelek hunermend, rewşenbîr û kesayet ji ber ku Kurdin hatine cezakirin an jî sirgûnkirin. Lê niha rewş diguhere û ji bo ku zarokên Kurd û Tirk di heman dibistanê de bibin heval û bi Kurdî baxivin, ev qanûn dê ji bo nifşên pêşerojê bibe bingehek.”

Her wisa bal kişand ser azadiya fîzîkî û afirandina hawîrdorek siyasî ji bo Rêber Apo û got: "Her çend Birêz Ocalan azadiya gelê xwe li pêş azadiya xwe ya fîzîkî danî jî, ev nîşan dide ku têkoşîna wî ji bo azadiya gelekî bê nasname bû. Lêbelê, ji bo afirandina atmosferek siyasî ya demokratîk, berdana Birêz Abdullah Ocalan gavek girînge ku divê Tirkiye bavêje da ku niyeta xwe ya baş îspat bike.

Her wisa di derbarê rola medyayê di vê qonaxê de, Arêz got ku piraniya kanalên fermî yên Tirkiyê yên ku girêdayî partiya desthilatdarin, mirovan vedixwînin ser ekranê da ku di rêya lihevhatinê de baxivin. Cemal Arêz got; “Mixabin, hinek dezgehên medyayê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî pêvajoyê ne û ji mirovan re dibêjin ku PKK ji bo berjewendiyên xwe amade ne ku tevahiya Kurdistanê radest bikin û medyaya xwe bikar anîne da ku li dijî pêvajoyê derkevin.”

Di dawiyê de Çavdêrê Siyasî Cemal Arêz tekez kir ku heya ku pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê neyê çareserkirin, ewê li tu beşek din a Kurdistanê neyê çareserkirin û wiha dawî li nirxandina xwe anî; “Ev qonax ji bo her du aliyan ne hêsane. Lê ev cara yekeme ku nîqaş ji korîdorên tarî derbasî Meclisê dibin. Ev biryarek pir bingehîn û gavek pir girînge.”

(wd)