Li gor lihevkirinê, hikûmeta Iraqê rojane 50 hezar nefta xam ji bo peydakirina pêdawîstiyên navxwe yên wek nefta spî, mazot û benzînê dide hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê. Lê li şûna nirxê sotemeniyê dakeve, bilind dibe û barê li ser milê welatiyan girantir dibe.
Selah Mehmud li nava bazara Helebceyê nefta spî difiroşe, têkildarî giraniya nirxê neftê got: “Salên borî vî demê salê nirxê yek bermîla nefta spî bi 120 hezar dînar bû. Lê niha nirxê yek bermîlê bi 200 hezar dînare û ev nirx jî gelek zêde ye. Ji berku girane em nikarin bînin û xelk jî nakire. Muçe jî nayê û xelkê pere nîne ewqas pere bide bi neftê.”

Di dewamê de Selah Mehmud diyarkir ku sedemê giraniya neftê ji ber rêjeya kêm ya di bazarê de ye û got: “Niha di vê germahiyê de ger nirx evqas girane, dema bû zivistan wê nirxê wê hîn girantir bibe. Dibe ku bigihe 300 hezar dînar. Cihê ku em neftê jê dikirîn, ji mere got neft nîne. Ji ber wê hikûmet bi zanebûn giran kiriye. Tê gotin ku neftê bi têkelkirina li gel mazotê dibin Sûriyeyê. Ev zêdetirî hefteyeke telefon dikim, neft bi dest me nakeve. Ger em bînin divê em bermîla wê bi 210 hezar dînarî bi deynê zêdetirî 3 mehan bifiroşin welatiyan.”

Welatiyê bi navê Cemal Kerîm jî da diyarkirin ku hikûmet bi xwe sedemê giraniya nirxê neftê ye û got: “Ger hikûmet neftê bîne û bi ser welatiyan de dabeş bike, wê demê wê nirxê neftê dakeve. Di vê havînê de nirxê neftê gelek zêde ye. Ez bi xwe yek ji wan kesanim ku nikarim bi vî nirxî bikirim. Evqas nefta ku heye, ne ji bo welatiyane, tenê difiroşin. Bi xwe nadin û giran dikin. Em daxwaz ji hikûmetê dikîn ku nirxê neftê erzan bike û xelkê ji van qeyranan rizgar bike.”

Welatiyê bi navê Dana Ehmed jî li ser heman mijarê wiha got: “Di vê demsala havîn û germahiyê de yek bermîla neftê zêdetirî 200 hezar dînare. Gelo wê di demsala zivistanê de nirxê wê çiqas zêdetir be? Hikûmet dibêje neft ji bo welatiyan belaşe, lê nerast dibêjin. Vaye di vê demsala havînê de nirxê wê evqas bilinde. Ev jî bargiraniyê li ser milên welatiyan çêdike. Pêwîste hikûmet nirxê neftê erzan bike. Ez bi xwe dixwazim ji bo zivistanê bikirim, lê ji ber giraniyê nikarim bikirim.”
(kş)
