Kalek ji parêzgeha Helebceyê Teyar Elî di nav cîhana xwe de bi hezaran amûrên kevin ên Kurdewarî ji çek, cilûberg, tezbîh û çendîn cureyên din ên amûrên kevin parastiye. Dîroka beşek ji wan digihije 100 sal beriya niha. Wek ew bi xwe dibêje ev 40 salin vî karî dike.
Ji ber paştguhxistina cihê wî ji aliyê hikûmetê ve, nikare bi rêkûpêkî û ciwanî dîzayna wan deyne, wî bi tenê xema hilgirtina parastinê hilgirtiye li ser milê xwe. Teyar Elî dixwaze heta temenê wî mabe, parastina van kelûpelanên çandî û dîrokî bike.
Teyar Elî, xelkê gundê Serawa yê navçeya Newrolî ye û niha li bajarê Helebceyê niştecihe. Maleke tije ji kelûpelên çandî û folklorî ya bi navê ‘Wargeha Reşmalên Helebce; malek ji bo parastina kelepora neteweya me’ vekiriye.
Wek ajansa Rojnews me serdana wargeha çandî û dîrokî ya Mam Teyar kir. Teyar Elî li ser destpêkirina vî karî xwe wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji ber nebûna cih û mekan, muzexaneya min muzexaneyeke berfireh nîne ku bikarim beş bi beş bikim û ji hev cuda bikim. Lewma kelûpel tevlihevin. Muzexane ne bi vî rengî ne, lê min ji neçariyê bi vî rengî daniye. Pêwîstî bi holeke mezin heye ji bo ku kelûpelan bi şêwazekî ciwan bên nîşandan û pêwîstî bi wê nemîne ku mêvan pirsiyar li ser bikin.”
Wî di serdema hikûmeta Bees û avabûna hikûmeta Herêmê de dest bi karê komkirina kelûpelan kiriye. Her kesê tiştek jê re anîbe jê kiriye, gelek caran tiştên giran hatine ber destê wî û lê nekariye bikire.
Teyar Elî balkişand li ser pêwîstiya alîkariya hikûmetê ji bo hîn baştir parastina van kelûplên çandî û wiha anî ziman: “Ez ji hemû kelûpelên xwe hez dikim bi pere tu tiştekî jê nafiroşim. Tenê pêwîstiya min bi wê heye walî û hikûmet aliyekî ji van kelûpelên min vekin, bikin muzexaneyek. Lê kes nayê aliyê min û pirsekê li ser nakin, ev karê ku min kiriye karê hikûmetê ye. Pêwîste avahî û karmendan jê re dabîn bike.”
Mam Teyar diyar kir ku hîna jî bi berdewam kelûpelên çandî û dîrokî kom dike û wiha axivî: “Her kelûpelekî kevin bête ber destê min niha jî berdewam dikirim û di muzexaneya xwe de datînim.”
Di dawiyê de Teyar Elî bang kir û got: “Daxwaz dikim aliyê peywendîdar werin cihekî ji bo van kelûpelên kevin û folklorî dabîn bike, ji bo ku zêdetir geşepêdan bi van tiştan çêbibe û ji aliyê xelkê ve were naskirin. Gelek kes tên cem min, lê hêza min nemaye berdewam hevpeyvînan bikim. Hêvîdarim hikûmet guh bide û cihekî dabîn bike.”
(fk)

