Îro, li Îdareya Raperînê çar postên şaredariyê hatin guhertin, yek ji wan şaredariya bajarok Serçawe ya navçeya Ranye ya Îdareya Raperînê bû.

Li ser vê yekê Trîfe Hacî Resûl wek seroka nû ya bajarokê Serçawe dest bi kar kir.

Ji îro pê ve, Trîfe Hecî Resûl di çarçoveya berpirsiyariyên xwe yên nû de dest bi pêkanîna erkên xwe kir.

(wd)