Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê nexşeyek belav kir. Trump di nexşeyê de Tengava Hurmizê wekî "herêmeke nû ya Amerîkayê" bi nav kir.

Beriya ku 28’ê Sibatê şerê li Îranê dest pê bike, Tengava Hurmizê rêyeke avê ya navneteweyî ya vekirî bû. Niha Tehran dibêje heta ku Washington daxwazên wan bi cih neyîne ew tengavê venakin.

Mercên Îranê yên ji bo vekirina tengavê evin:

Bidawîanîna dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê.

Rakirina cezayên li ser sektora petrolê.

Azadkirina pereyên Îranê yên ku hatine blokkirin.

Dayîna tezmînata zererên şer.

Heya niha rayedarên Îranê derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedane. Lê berteka Îranê wê çibe, cihê mereqê ye.