BEXDA-TEMNÎ SIRWÎ
Tundiya malbatê ya li dijî zarokan bûye yek ji xeteriyên herî diyar a civakî ya li Iraqê serî hildaye. Ev yek jî dibe sedem ku şopên derbê yên li ser bedenê, xirabûna derûnî û paşguhkirin heta qonaxa dawî ya jiyanê bandorê li ser zarok bihêle; ev yek jî gefeke mezine li ser siberoja nifşên nû.
Berbelavbûna vê yekê tenê di çarçoveya xêzanê de namîne. Gefeke li ser temamê civakê. Zarokên di nava malbatê de tên êşkencekirin, hestê aramî û ewlehiyê ji dest didin. Têkildarî mijarê Seroka Rêxistina ISEN a Mafê Mirovan û Pêşketina Berdewam (Isen Organization For Human Rights) Ensam Selman ji ajansa me re nirxandin kir.
Ensam Selman destpêkê bal kişand ser hişyariyên encamên tundiya li ser zarokan û got: “Tundiya di nava malbatê de ya li ser zarok di nava malê de sînordar namîne, belkû raste rast xeteriyê ser asayîşa civakê dike. Li aliyê din ji xwe qadeke guncav ya ji bo pêşketina zarokan jî nehatiye avakirin.”
Ensam Selman diyar kir ku zêdebûn vê diyardeyê raste rast têkilî bi paşmaweyên şer, bazirganîkirina bi madeyên hişbir, nebûna çarçoveya yasayeke ya bi sînor ve heye û got: “Şopên li ser bedenê û xirabûna derûniya zarokan dihêle kû sînorê tundiyê ji nava malê derbasî derûniyeke xirab û veguhestina tundiyê ya nava dibistan û kolanan jî bibe.”
Seroka Rêxistina ISEN Ensam Selman destnîşan kir ku sedema herî berbiçav ya veşartina tundiya nava malê çavkaniya xwe ji kevneşopiya çandî ya kûr tê û têkilî bi pîvanên civakî ve heye û wiha domand: “Beşek ji malbatan tundiya li dijî zarokan weke binpêkirinê qebûl nakin ku saziyek mudaxeleyî vê yekê bike.”
Ensam Selman anî ziman ku hejmara ‘911’an xeta ku parastina zarokan a tundiyê detnîşan kiribe jî, anî ziman hêzên ewlehiyê çiqasî di parastina zarokan de û bicihanîna yasayê de bi erkên xwe rabin jî, lê nebûye sedemê ku ev diyarde kêm bibe û got: “Piştî bûyer rû da helwestên bê nîşandan ti fêdeyê nade. Çareserî di peydakirina mekanîzmayên pêşîlêgirtin û rêbazên guncav ên pêşîgirtina sûc dîtinê ve girêdayî ye.”
Seroka Rêxistina ISEN Ensam Selman anî ziman ku kêmkirina sûcan dikare bi destnîşankirina sedemên bingehîn ve heye û got: “Kêmkirina vê yekê dikare di çarçoveya avakirina kampanyayên berfireh ên hişyariyê yên tundiyê bi temamî nava civakê de red bibe. Dîsa dewreyên perwerdê ji bo dayîk û bavan bê avakirin. Dîsa ew kesên dixwazin bizewicin lêkolîn li ser helwest û nêzîkatiyên wan ên giştî bê kirin. Piştî ku çareserî hate peydakirin dor tê pêkanîna rê û rêbazên yasayî yên tund dijî her kesê tundiyê li ser kesê lewaz bike; bi taybet tundiyê li jin û zarokan bike. Dîsa divê çanda mafê mirovan di nava civakê de bê belavkirin. Dîsa divê tundiya li nava malbatê bi temamî bê redkirin û weke binpêkirineke eşkere û vekîr ya mafê mirovan bê temaşekirin. Ne wek mijarek malbatî bê girtina dest. Ji bo pêkanîna vê jî pêwîstî bi ragihandineke xurt û berpirsyar heye ku balê bixe ser vê diyardeyê û asta hişyariya giştî zêdetir bike.”
Têkildarî zêdebûna bûyerên tundiyê Ensam Selam got ku çavkaniya xwe ji lewazbûna bicihanîna yasayê digire û diyar kir ku nayê qebûl kirin, kesek sûcê tundiya malbatî bike û piştre tenê bi îmzekirina belgeyekê bê ceza vegere mala xwe, divê ceza tund û rêgirbin heta parastina qurbaniyan mîsoger be û got: “Ji ber nakokiyên siyasî zêdetirî 5 salin meclisa komîsyaran nehatiye avakirin û ev jî bandoreke nerênî li ser karê komîsyonan ava dike û bicihanîna erkê xwe lewaz dimîne. Divê saziyên civka sivîl rola xwe ya di hişyarkirina civakê de lewaz neke, kar bikin ji bo amadekirina lêkolîn, raporên zanistî û bûyerên tundiya nava malê bi belge bikin. Ji bo diyarkirina asta vê bibin alîkar û çareseriya rasteqîn ya vê peyda bikin. Dîsa bikevin nava hewldanan ku reşnivîsek bê amadekirin ji bo parastina zarokan bi Desteya Parlamentoyê ya Taybet.”
Seroka Rêxistina ISEN Ensam Selman anî ziman ku sazî tenê li ser daneyên saziyên hikûmî yan jî rêxistinên navneteweyî hatine parvekirin nikarin rastiya heyî raxin berçavan û ti têkiliyeke xurt di navbera saziyên hikûmî û saziyên civaka sivîl de nîne ku daneyên wan hev bigirin û ji hev ferqin û got: “Ji bo wê ew daneyên ku digihêjin ber destê saziyan dibe pir kêm û dibe heta pir zêdetir be. Ji bo wê em nikarin qala rêjeyeke rastîn bikin ku temamê rewşa heyî raxe ber çavan. Piranî amarên tundiya malbatê salane yan jî dawiya salê tê parvekirin. Gelek caran bi hezaran bûyer rû didin, rastiya heyî ji vê deh qat zêdetire. Ji ber ku gelek mijar veşartî dimînin. Domandina vê diyardeyê wê bibe sedema têkçûna malbatê û civakê. Ji bo wê daxwaza derxistina yasayeke tundtir û sînordartir dikim. Divê saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl jî bê pêşxistin.”
(eh)
Tundiya malbatê ya li dijî zarokan a li Iraqê gefê li siberoja nifşên nû dike

18