Şeva borî yek ji stûnên rewşenbîr û navdar, nivîskar, parêzer û çîroknûsê naskirî Huseyîn Arif, di temenê xwe yê 90 salî de, piştî jiyanek tejî têkoşîn, qelem û afirîneriyê, rûpela dawî ya pirtûka temenê xwe girt û xatir ji her kesî xwest.

Mirina Huseyîn Arif, ne tenê dawîbûna temenê mirovekî ye, belkî koça dawî ya serdemekê ya têkoşîna rewşenbîrî û medenî ye. Ew ku di sala 1936’an de li Silêmaniyê ji dayik bibû, di dirêjahiya temenê xwe yê bi nirx de di gelek eniyên cuda de xizmet kir. Wek parêzerekî parêzvanê mafan bû, wek parlementerê dema yekem a Parlementoya Kurdistanê de kevirê bingehîn ê yasayî danî, wek rojnamevanekî neynika rastîn a civakê bû û wek çîroknivîsekî jî, quncikên tarî yên jiyana mirovê Kurd ronî kir.

Huseyîn Arif, bi beşdariya xwe ya çalak a di damezrandina ‘Koma Riwange’ ya sala 1970’yî de, şopa xwe li ser qonaxeke tije guhertin û nûbûna wêjeya Kurdî hişt û mil bi milê hevalên xwe yên pêşeng, şoreşeke hizrî di şêwaza raman û cîhanbûniya wêjeyê de pêk anî.

Niha jî gava em li pirtûkxaneya Kurdî û berhemên wî yên bêhempa dinêrin, em dibînin ku Huseyîn Arif ne tenê temenekî dirêj jiyan kir, belkî bi hestên kûr û pênûsa xwe ya dilsoz, bi dehan moriyên wêjeyî û dîrokî ji bo nifşên piştî xwe hêla.

Çend berhemên wî: Bi du cildan di salên 1986 û 2001’an de ku nîşandana ruhê bajarekî ye. Çaya Şîrin û Garana Guran (Gele gurg) ku metnên wî yên çîrokî yên herî nazikin.

Ji bilî van, bi dehan berhemên din ên wekî Kokteyl, Tûşiya Geşteke Zehmet, Şanoya Cenabê Cenewer, Dibistana Helbesta Nû (Qutabxaney şî'rî taze), Hêlîn (Hêlane), Kofiyek Jana Hêrsbûyî (Kufeyek janî taze) û Bîbîlogirafyaya Rewşenbîriyê pêşkêş kirine.

(fk)