Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêkanîna Projeya Ronahiyê li seranserê Kurdistanê de, niha, ew dixwaze bi zêdekirina kirêya elektrîkê li navçeya Penciwênê projeyê pêk bîne. Welatiyên deverê projeyê red dikin û têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
Welatiyê binavê Cebar Celal di derbarê mijarê de wiha axivî; "Em wek welatiyên Penciwênê bi her awayî Projeya Ronahiyê ya hikûmetê red dikin. Ji ber ku rewşa xelkê bajêr ya darayî nebaşe. Hemû ji bo germkirina xwe elektrîkê bikar tînin. Bihayê wê di Projeya Ronakî de hatiye destnîşankirin ger di demsalên sar de ji bo germkirina malan were bikar anîn; tu kes ji bin vê dernakeve. Ewqas pere ye ku piraniya xelk nikarin bidin. Ji aliyekî ve, rewşa aborî ya xelkê ne başe, gelek bac û xerc li ser xelkê ferz kirine. Xelk nikare ewqas pere bidin. Ji ber vê yekê em wekî xelkê Penciwenê vê elektrîka biha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwazin.”
Cebar Celal balê dikêşîne ser giraniya bihayê Projeya Ronahiyê ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser gel dide ferzkirin û wiha got; “Proja Ronahiyê li ser sînor hîn neketiye meriyetê. Bihayê elektrîka me hîn weke xwe ye. Gelek kes nikarin heqê elektrîkê bidin. Xelk mûçeyekî ku têra debara xwe nake werdigirin. Heta niha jî, kesek nikare fatûreya elektrîkê ya Projeya Ronahiyê , ku mehane ji 200,000 dînar zêdetire, bide. Ji ber vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştekî ji bo berjewendiya welatiyan nake. Eger tiştekê di berjewendiya welatiyan de bike jî, wê demê teqez berjewendiya wê ji ya welatiyan zêdetire ji bo wê dike. Lê Projeya Ronahiyê bi tu awayî ne di berjewendiya welatiyan de ye.”
Her wisa welatiyê binavê Eta Rûstem jî ev tişt got; “Li Penciwênê bi salane 24 saetan elektrîk heye û tu pirsgirêk tune ye. Hatina vê Projeya Ronahiyê tenê bihayê elektrîkê zêde dike. Di dikana min de 16 amper hene. Ji Projeya Ronahiyê pêdiviya min bi elektrîkê tune û em naxwazin. Ji ber ku xelkê herêmê nikarin bi bihayên ewqas bilind yên elektrîkê amûrên xwe-germkirinê bikar bînin.”
Eta Rûstem di dewamê de got; “Em Proja Ronahiyê naxwazin. Li şûna vê projeyê, bila werin û rê û parkên giştî ava bikin. Gelek welatî bi berdewamî di rêyên xirab de dimirin. Ev elektrîk tenê zêdebûna biha ye û ne tiştek dine. Wan tevahiya Pênciwênê bi vê yekê dagir kiriye. Dev ji me berdin û em projeya we naxwazin.”
Her wisa welatiyê binavê Arî Osman jî têkildarî vê projeya giranbiha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku ev proje ya navçeya Pênciwênê ne di berjewendiya welatiyan de ye û got; “Ji ber ku ev devere pir sare, em piraniya mehên salê malên xwe bi elektrîkê germ dikin. Zêdebûna buihayê elektrîkê dê ji bo welatiyan barekî mezin be. Piraniya welatiyan nikarin ji bo elektrîkê ya biha bidin hikûmetê. Ji ber ku xelkê herêmê hemû vê projeya giranbiha red dike. Ji ber ku pereyê vê projeyê li ser welatiyan barekî mezine.”
Di dawiyê de Arî Osman wiha axivî; “Bi vî bihayê niha ku li gor Projeya Ronahiyê gelek erzane jî, lê dîsa gelek pereyê elektrîkê ji xelk re tê. Ji ber ku em gelek elektrîkê bikar tînin û malên xwe bi elektrîkê germ dikin, em hewceyê amperên zêde yên elektrîkê ne. Bi taybetî di payîz û zivistanê de da ku em bikaribin malên xwe germ bikin. Hinek malbat, li gorî bihayên xwe yên niha, her sê mehan carekê 200,000 heta 500,000 dînar, fatûreyên elektrîkê werdigirin.”
(wd)



