Meha Tebaxê di dîroka nû ya civaka Êzîdî de wekî serdemeke ku tijî êş, berxwedan û bîranînên mezin tê nasîn. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de teqînên hovane li gundên Til Ezêr û Sîbayê hatin encamdan ku di encamê de zêdetirî 300 kesî şehîd bûn, nêzîkî 700 kes birîndar bûn û bi dehan kes jî winda bûn. Piştre di 15’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li gundê Koço yê Şengalê yek ji komkujiyên herî hovane yên dîrokê pêk anî, bi sedan zilam hatin qetilkirin û bi sedan jin û zarok hatin revandin.
Êriş û zextên li ser îrade û rêveberiya Şengalê di salên piştre de jî berdewam kirin. Di 15’ê Tebaxa 2018’an de yek ji pêşeng û kedkarên hêja yên civaka Êzîdî, Mam Zekî Şengalî di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de gihîşt asta şehadetê û bû sembola vîn û têkoşîna azadiyê. Her wiha di 16’ê Tebaxa 2021’an de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û rojek piştî vê rûdanê, di 17’ê Tebaxê de nexweşxaneya gundê Sikêniyê hate bombekirin û di encamê de zêdetirî deh kesan bûn qurbaniyên vê êrişê.
Endamên komînê û welatiyên Xanesorê têkildarî bîranîna şehîdên meha Tebaxê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku her çend dijmin hewl bide hemû rojên wan reş bike jî, bi saya ked û berxwedana keç û xortên vê civakê ew xeyal hatine vala derxistin.
Hevberdevkê Komîna Xanesorê Yusif Coan diyar ku di vê meha reş de ew şehîdên 74 fermanan bi rêzdarî bîr tînin û li ber bîranîna wan serê xwe ditewînin. Coan got: “Ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heta komkujiya Til Ezêr û Sîbayê, civaka me bêyî ku ti dijminatî an şerekî bike li ser axa xwe rastî êriş û komkujiyan hatiye. Tevî zext û êrişên taybet jî ji bo civaka xwe û hemû mirovahiyê daxwaza me tenê aştî û ewlehî ye. Çiqas êriş jî li ser me pêk werin em dest ji tekoşîna xwe, dev ji axa xwe bernadin, berê xwe nadin cihekî din û bi şopandina xeta pêşengên xwe yên wekî Mam Zekî û Mam Seîd, dê tola van fermanan bi rêya têkoşînê hildin.”
Endama Komîna Xanesorê Nafiya Mêşo destnîşan kir ku civak rastî derbên pir giran hatiye ku yek ji wan jî şehadeta Mam Zekî ye û got: “Mam Zekî stûn, yekitî û sembola berxwedana Şengalê bû ku hemû temenê xwe fedayî doza gelê xwe kir û ne tenê kurekî malekê, ew mamê hemû malên Êzidxanê bû. Divê li hember polîtîkayên dijmin hişyar bin û piştgiriya xwe bi xeta berxwedanê re xurtir bikin.”
Welatiyê bi navê Berekat Qasim jî da zanîn ku divê bîranîna van şehîdan ne tenê salê carekê, di her bîst û çar demjimêrên jiyanê de zindî bê girtin, ji ber ku hebûn û serbilindiya civakê ya îro bi saya keda wane.
Berekat Qasim diyar kir ku Mam Seîd û Mam Zekî mîrateyeke fikrî ya kûr di nav ciwanan de hişthine û tevî ku bi fîzîkî ji nav wan çûne jî, raman û têkoşîna wan di dilê civakê de nemire.
(fk)



