Çalakvan û welatiyên bajarokê Xurmal yê ser bi parêzgeha Helebceyê, li dijî paşxistin û cîbicîkirina biryarek ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bajarok li hev kom bûn û daxwaza cîbicîkirina biryarê kirin.
Çalakvan Emîn Hacî Zelmî, di civîneke çapemeniyê de li ser navê niştecihên Xurmalê ku bang li hemû aliyên peywendîdar yên Herêmê kir û wiha axivî; “Sê sal berê, xelkê Xurmalê di çarçoveya kampanyayeke sivîl de, bi aştiyane daxwaz kirin ku Xurmal bibe navçe. Ev daxwaza li ser dîrok û pozîsyona Xurmalê ye. Heta sala 1889’an, cihê ku niha jê re Xurmal tê gotin, bajarokek yê bi navê Gulenber bû. Lê paşê ew hat biçûkirin û bû bajarok.”
Di dewamê de Emîn Hacî wiha got; “Tevî ku Xurmal ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û hikûmetê ve wekî weke navçe hatiye naskirin jî, navê wê di rojnameya fermî de hatiye weşandin, lêbelê, du sal piştî biryarê, prosedûrên îdarî hîna nehatine temamkirin. Ji ber vê yekê, em wekî çalakvan, partiyên siyasî û mamosteyên olî daxwaza tayînkirina qaymeqamekê ji bo navçeyê dikin. Ger avakirina kabîneya nû rê li ber tayînkirina qaymeqamekê bigire, divê heta avakirina kabîneya nû, rêveberê bajarokê Xurmal bi fermanek fermî bibe qaymeqamê bi wekalet. Ji bo ku prosedurên îdarî yên navçeyê destpê bikin û xizmet û mafên sivîl yên welatiyan bêhtir dereng nekevin divê ev daxwaza me were bicihanîn.”
(wd)

