Welatî û çalakvanên parêzgeha Zîqarê, derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê û bandora wan a li ser serweriya Iraqê de, ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
Çalakvanê siyasî Qehtan Sahib li ser mijarê wiha axivî: “Herêma Kurdistanê di nav sînorên Iraqê de ye. Her destdirêjiyek ku li ser Herêmê bê kirin, tê wateya destdirêjiya li ser serweriya Iraqê ye. Cihê balkêşiyê ye ku hinek alî li ser van êrişên li ser Herêmê kêfxweş dibin.”
Qehtan Sahib diyar kir ku êrişên li ser Herêmê têne kirin, pêwîstî bi helwestek neteweyî ya yekgirtî heye û got: “Ji ber ku qurbaniyên van êrişan Iraqî ne. Bêdengiya hinek aliyan an jî nîşandana kêfxweşiyê li hember armanc girtina Herêma Kurdistanê, derfetê dide welatên din ku cesaretê bigirin ku li ser xaka Iraqê xwîna zarokên wê birijînin.”
Welatiyê ji Zîqarê Mihemmed Ela destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê parçeyekî neveqetandî yê Iraqê ye, parastina serweriya wê tê wateya parastina serweriya tevahiya Iraqê.
Mihemed Ela got: “Em daxwaza rawestandina destdirêjî û êrişên li ser Herêmê dikin û tekez dikin ku divê hemahengî li gel hikûmeta Iraqê bê kirin da ku her dosyeyeke ewlehî an siyasî ya diyarkirî were çareserkirin. Hebûna koman an jî nakokiyên di nav Herêmê de, nabin hincet ji bo destpêkirina destdirêjiyê li ser xaka Iraqê. Ji ber ku ev dosye dikarin bi rêyên siyasî û dîplomasî û bi hemahengî li gel deshilatên federal werin çareserkirin.”
Her wiha diyar kir ku tiştê ku li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina ewlehî û aramiya Iraqê ye û wiha pê de çû: “Em her destdirêjiyek an jî armanc girtineke li ser xaka welat û saziyên wî yên fermî û destûrî red dikin. Parastina Herêmê wek berpirsiyariyeke neteweyî, ji parastina parêzgehên din ên Iraqê nayê cudakirin.”
Her wiha welatiyê bi navê Ehmed Elî jî li ser heman mijarê axivî û got: “Em destdirêjiya li ser xaka Iraqê, bi taybetî li ser deverên Herêma Kurdistanê şermezar dikin, çi ji aliyê derve be çi jî ji aliyê navxweyî ve. Herêm parçeyek ji Iraqê ye û her destdirêjiyek li ser wan, tê wateya binpêkirina serwerî û ewlehiya welat.”
Ligel zêdebûna daxwazan ji bo rawestandina destdirêjiyan û parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê, xelkê Zîqarê di wê baweriyê de ne ku yekîtiya Iraqê û serweriya wê berpirsiyariyeke hevpare. Parastina xak û saziyên destûrî yên welat, pêwîstî bi helwesteke neteweyî ya yekgirtî dibînin ku her armanc girtin an jî gefeke li ser ewlehiya welat red bikin.
(fk)



