Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser heqareta li civaka Êzidî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çanda jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê xwedî rehên dîrokî ye, mamosteyên ola pîroz ya Îslamê û hemû olan ji bo pêşxistina giyanê yekîtî, aştiya civakî rolek leyîstine û bi hev re dixebitin.
Her wisa di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Weşandina vîdyoyek kesekî ku heqaret li civaka Êzidî dike li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Lê ew kiryarek dûrî nirxên olî û mirovî ye. Em bi tundî bikaranîna gotinên heqaret û bêrêzî li dijî her civakekê red dikin û tekezî li ser biratî, evîn û jiyana hevbeş ya berfireh dikin. Wezareta me mafê xwe diparêze ku ger pêwîst be dozê veke.”
(wd)
