Li Parka Azadî ya Silêmaniyê Yekitiya Xanenişînên Kurdistanê têkildarî zehmetî û pirsgirêkên xanenişînan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Yekitiya Xanenişînan Sadiq Osman ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hinek pirgirêk û zehmetiyên me hene. Hin ji wan pirsgirêkan kevnin hinek jî nû ne û çareserî jêre nayên dîtin. Em wek Yekitiya Xanenişînan tişta ji destê me hatî me kiriye, me serdana hemû aliyên peywendîdar kiriye. Me dengê xwe gihandiya ofîsên parlamentoya Herêmê û Bexdayê. Ji bo wê pêwîste tevayî xanenişîn bi wijdanî nêzî vê mijarê bibin û li dor Yekitiya Xanenişînan kom bibin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev bang li hikûmeta Herêm û Iraqê hat kirin: “Peyama me ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê heye, daxwaz ji komîsyona danûstandinê ya budceya sala nû de pirsgirêkên me çareser bikin. Wezareta Darayî em dizanin ku tevayî dahata navxwe nayê ber destê we, ev pirsgirêkek mezine. Lê hun ji deynên ku li wene berpirsin ji berku ew ji xemsariya we ye. Mafê me hatiye xwarin. Ji sala 2025’an ve muçeyên me nayên dayîn. Hin xanenişîn hene ku ev 18 mehin muçe wernegirtine.”

Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku yasaya xanenişînan mîna yên hikûmeta Iraqê lê bên kirin û got: “Pêwîste pirsgirêkên xanenişînên leşkerî û sivîl bên çareserkirin. Pêwîste muçeyên me bên dayîn, ji berku xanenişîn ji ber bê planiya heyî bi pirsgirêkên jiyanî re rûbirû mane.”

Di dawiyê de jî Yekitiya Xanenişînan got: “Yek ji pirsgirêkên me yên din ewe ku ji sala 2016’an ve li Herêma Kurdistanê pileyên xanenişînan nehatine bilindkirin. Ji ber vê çendê em vê yekê qebûl nakin û hêvîdarin ev pirsgirêka me bê çaerserkirin.”

(kş)