Erebên li herêmên bi nakok

Erebên li herêmên bi nakok (herêmên dikevin navbera madeya 140) ji dagirkeriya zevî bigire heta veguhestin, anîna Erebên ji derve, derxistina bi darê zorê, qedexekirina ziman, çalakiyên çandî, nerehetî dayîn û bi darê zorê koçberkirin ferz dike. Ev siyaset bi hatina bi komî ya kesên biyanî ya ji bo parêzgehên Herêmê, renekî din derdixe holê û veguheriye hilweşîneke berfireh.

Niha li Parêzgeha Kerkûk, Diyale, Nînowa û Selahedînê mal û milkên Kurdan tên dagirkirin, Erebên şovenîst li şûna wan bi zorê tên bicihkirin. Bi taybet zeviyên çandiniyê ji aliyê Erebên ji derve tên anîn, bi hevkariya Artêşa Iraqê û avaniyên dewletê ji Kurdan tên standin. Di demekê de cotyar û welatiyên Kurd bi tapyên reş xwedîbûna xwe ya li zeviyan piştrast jî dike.

Ev dagirkirin û mêtingerî tenê bi gundan ve sînordar nemaye ku Erebên ji derve tên bicih tînin. Belku ji bo nava navçe û bajaran jî hatiye veguhestin. Mînak; navçeyên weke Hewîce, Reşad, Sediye û Celewla bi temamî Kurd têde nemane an jî hejmara wan daketiye ji sedî 5’an. Navçeyeke weke Dûzxurmatû ku piranî Kurd bû, niha rêjeya wê ji sedî 40 kêm kiriye.

Li gorî lêkolînên Rojnewsê, piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û bi taybetî piştî sala 2022’an bi sed hezaran Ereb bi komî li navçeyên herêmên bi nakok bi cih bûne. Dîsa nasname û forma derketina ji cihên berê û niha cihê lê hatine bicihkirin hatine nûkirin. Ewên ku di şerê DAIŞ’ê de ji Kerkûkê koçber bibûn, niha nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Dagirkeriyeke li bajareke weke Kerkûkê tenê di çarçoveya kilasîkî de nemaye, niha bi rengekî nû ya aborî bi ‘dagirkirineke nerm’ tê navkirin tê bicihanîn. Mixabin bi projeyên hilberînê, bazirganî, xwndin, bicihbûn û karkirinê derdikeve pêşiya me.

Her wiha bi rengekî ne asayî ne dadperwerî her çi projeyeke girîng û stratejîk bê derxistin ji aliyê sermayedar, bazirgan û kompanyayên ku ji aliyê Ereban ve tên nasîn û jêra Iraqê ve tên kirin. Her wiha kontrola kompanyaya neftê ya hilberîn û avadankirinê ji aliyê avaniyên ewlehî ve tên kirin. Ev jî wisa kiriye ku bi hezaran ciwan Kurd ji bo karkirinê ber bi Silêmanî û Hewlêrê koç bibin.

Mînak; ji serê vê mehê ve welatiyên li taxên Kurd ên Kerkûkê lê dijîn, li dijî bazirganên Ereb çalakî kirin ku dixwestin taxên wan xirab bikin ku xelkê taxan bidin koçberkirin û li şûna wan jî avahiyên nû çêbikin. Ji bo vê jî artêş û hêzên ewlekariyê piştgiriya wan dikir. Xelkê Kurd rê nedan vê yekê bikin. Ji bo wê ferq û cudahiyeke pir mezin di navbera Kurd û Ereban de tê kirin.

Koçberiya berovajî û guherîna demografiyê

Çend sale bi hezaran welatiyên bihanî û bi komî berê xwe didin bajarên Herêma Kurdistanê, bi rengekê koçberiyeke berovajî ji bajarê mezin, naverast û jêra Iraqê ber bi Herêma Kurdistanê ve pêk tê. Ev yek jî bi navê bazirganî, avahîsazî, kar, xwendin û bicihbûnê tê dîtin. Bi vî rengî welatiyên biyanî tên bicihkirin û venagerin. Hinek cihên nîştecihbûnê (nifûs) û formên veguhestinê jî çêdikin ji bo cihên nû lê bijîn. Ev yek jî ji bo siberoja Herêma Kurdistanê xeteriyeke rasteqîne ku dibe sedemê guherîna demografî û jinavçûna ziman, nasname û çandê.

Li gorî amareke ku bi dest ajansa me Rojnewsê ketî, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon welatiyên biyanî dijîn. Ev hejmar dikare bi rehetî hevsengiya siyasî û aborî bide guherîn. Bi rengekê dibe siberojê ev du milyon kesên biyanî di mijara encama referandûm û serjimêryariyê de rolek diyarker bilîze û heta di mijara siyasî û desthilatê de jî daxwaza tiştekê nekin.

Xeterî tinê bi vê dawî nabe, belkû veguhestina nasname û cihê nîştecihbûnê û forma xorak, destdanîna ser bazar û projeyên hilberînê û navendên tenduristî, perwerde û çandiniyê amûrên sereke yên guherîna demograrafî û hevsengiya parvekirinê ne. Heman demê ev dibe bargiraniyek li ser Herêmê ji bo peyadakirina pêwîstiyên temîmî xizmetguzariyê yên weke elektirîk, ava, tenduristî û xwendinê.

Niha welatiyên biyanî kontrola bazar û avaniyên sektora taybet û derfetên kar û herêmên geştyariyê girtine destê xwe, vê jî ciwanan nerehet kiriye û berê wan bide koçberiya derve ya Ewropayê.

Li hemberî vê xeteriya mezin û tirsnak a guherîna demografîk a Herêmê, ti yasa û çavdêriyek nîne. Heman demê xemsariya hikûmet û berjewendiyên taybet ên desthilat û karsazan, nêzîkî du milyon welatiyên biyanî ku piranî ji bajarên Iraqê ne li Herêma Kurdistanê bicih bûne. Hemû xizmetguzariyên weke av, elektirîk, ewlehî, xwendin, tenduristî û derfetên kar û bicihbûnê ji bo wan hatiye dabînkirin. Li aliyê din Hikûmeta Iraqê vê rastiyê nabîne û cezayên aborî û siyasî li ser Kurdan disepîne, ne amade ye maf û heqê Herêmê bide.

(eh)