Li gel giranbûna bihayê benzînê li Herêma Kurdistanê, xirab bûna kalîteya wê jî barekî din yê giran li ser milê şofêran çêkiriye. Piraniya benzîna ku niha di bazaran de heye, yan asta oktana wê daketiye, an jî dema şofêr dixin nav otomobîla xwe, benzîn dikele an gaz û hewayê çêdike û bi taybetî pompên benzîna wan diwestîne. Heta niha jî hikûmetê ti çareseriyek ji bo kontrolkirina vê metirsiyê peyda nekiriye.
Diyar Erkan ku şofêrek taybete, li ser mijarê wiha axivî: “Em gelek zehmet dikarin benzînê bi dest bixin. Ji bilî wê, carinan em nêzîkî benzînxaneyê dibin û dibêjin qediya ye, em jî bi neçarî vedigerin. Tevî ku bihayê wê pir girane, kalîteya wê jî pir xirabe. Min bixwe bi neçarî berda nav otomobîla xwe, lê min dîsa vala kir da ku ziyanê nede otobîlê.”
Li ser zêdekirina benzînxaneyên hikûmî jî Diyar Erkan got: “Di vê germê de carinan em sê saetan dikevin dorê (rêzê) û ji bo dîtina benzînê dest ji kar û barên xwe berdidin. Rojekê dikevin dorê û rojekê dixebitin. Her benzînxaneyek bihayekî cuda diyar dike û tevî kalîteya wê ya xirab. Em daxwaz dikin ku rêjeya benzîna hikûmî zêde bikin û du-sê benzînxaneyên din taybet bikin da ku em hêsantir bi dest bixin.”
Her wiha şofêrek din Şêrko Xidir têkildarî mijarê destnîşan kir ku xelk ji her tiştî nerazî ne, bi taybetî ev benzîn kalîteya wê pir xirabe û bihayê wê jî pir girane.
Şêrko Xidir got: “Em nizanin ev benzîna xirab ji ku derê tê, ma kesek nîne agahdarî vê rewşê bibe? Xelkê şehîd dan da ku bi xweşî bijîn, ne bi vî şêweyî. Matora wê otomobîlê ji ber benzîna xirab teqiya ye û ziyaneke madî ya zêde dîtiye.”
Derbarê girankirina bi keyfî ya nirxê benzînê Şêrko Xidir wiha axivî: “Nabe ku bihayê benzînê ewqas bilind be û kalîteya wê jî wiha xirab be. Pêwîste ewên ku xwe wek berpirs dibînin, çareseriya vê rewşa xirab bibînin. Ev welat pêwîstî bi kesekî heye ku xizmeta wî bike, ne wek evên niha ku xwe wek serok dibînin. Ya min bi xwe di nava mehekê de çend caran otomobîla min xira bû. Ez daxwaz dikim ku xelk dakeve ser cadeyan û vê rewşê qebûl neke. Kes nizane kiye vî welatî bi rêve dibe û vê benzîna xirab tîne.”
Li ser xirabiya kalîteya benzînê û bandora wê ya li ser otomobîlan, Dilêr Ehmed jî ku hostayê tamîrkirina otomobîlane, got: “Kalîteya wê benzîna ku di bazarê de heye pir xirabe. Bi giştî dibe sedema xirab bûna hemû parçeyên hundirê otomobîlê, wek fuyêl-pamp, enjektor, bûjî û subab bi tevahiya pêkhateya matorê ve.”
Dilêr Ehmed da zanîn ku benzîna tê dayîn gelek bê kalîteye û wiha pê de çû: “Ew benzîna ku tê gotin oktana wê 94 e, ne wiha ye û kalîteya wê xirabe. Ji dema ku bihayê benzînê giran bûye ve, xirab bûna otomobîlan pir zêde bûye. Her wiha sedema sereke ya agirgirtina otomobîlan jî ev benzîna xirabe.”
(fk)



