Li ser ferman û komkujiya li dijî civaka Êzidî re 12 sal derbas dibin. Bi boneya salvegera fermanê, Rêveberê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê di hevpeyvînek taybet li gel ajansa me de, qala berên bingehîn yên fermanên li dijî civaka Êzidî û rêyên ji bo hilweşandina dîwarê fermanên bi ser Êzidiyan de kir.

Birêz Xwedêda Çûkê, dema em li dîroka nêz a Şengalê û civaka Êzidî dinêrin, polîtîkayeke bi navê komelgehên bi zorê derdikeve pêşiya me. Ev proje di sala 1975'an de ji aliyê rejîma navendî ve bi çi armancê hate destpêkirin û sedemên wê yên sereke çi bûn?

Dema ku ew komalgeh di sala 1975'an de çêbûn, sedemeke wan a bingehîn û reîsî hebû. Di wî wextî de, Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Kurdî li herêma me, bi taybetî li ser Çiyayê Şengalê û li ba me, çalak bû. Xelkê me yê Êzidî di wî wextî de digot em tevlî vê tevgerê bibin da ku em heq û mafên xwe wergirin. Li ser wî esasî, civaka me piştgiriyeke mezin dida pêşmergeyan; wan îştîrakên xwe didan, daxwazên xwe pêşkêş dikirin û her meh alîkariya aborî û mirovî dida şoreşê. Rejîmê ev yek wekî metrsiyeke mezin dît û ji bo ku sînoran li ber vê alîkariyê deyne û herêmê bixe bin kontrola xwe, dest bi avakirina van komelgehên zordar kir.

Di Adara sala 1975'an de Peymana Cezayirê di navbera Iraq û Îranê de hate îmzekirin ku bû sedema hilweşîna şoreşê li herêmê. Piştî vê peymanê, guhertinên leşkerî û siyasî ên li Şengalê çawa bandor li ser jiyana Êzîdiyan kir?

Wextê ku peymana Cezayirê di sala 1975'an de çêbû û şer bi Şahê Îranê re bi dawî hat, di wî wextî de hindek Tevgera Kurdî li vir nema. Rejîmê destwerdan kir û herêma me kirine komalgehên mecbûrî. Armanca wan a pêşîn û berî her tiştî ew bû ku Êzîdiyan ji çiya dûr bixin. Milet ji çiyê anîn xwarê û li deştê, li jêrî cadeya ku li derdora çiyê re di zivire, bicih kirin. Siyaseta wan ew bû ku ger di pêşerojê de hereketek an tiştekî wiha çêbibe, artêş û dewlet karibin zûtirîn dem de destwerdanê bikin û kontrolê zexm bikin.

Berî vê siyasetê, heta di salên 90'î de jî nûnerên rejîmê nedikarîn li gundên çiyayî yên Êzîdiyan bi cih bibin; di demên şer de mêran li çiyê berxwedan dikir û jin û zarok di ewlehiyê de bûn. Lê bi derxistina ji gundan û bi danîna xalên kontrolê û rêgirtina li ser cadeyan, dorpêçeke giran li ser xelkê me hate çêkirin ku vê yekê zemîna fermanan hîn bêtir û berfirehtir kir.

We da zanîn ku armanca sereke qutkirina Êzîdiyan ji Çiyayê Şengalê bû. Ev koçberkirina mecbûrî û bicihkirina di komelgehan de, ji aliyê aborî û çandiniyê ve çi zirarên gihandin miletê Êzidî?

Encama herî giran ew bû ku di wî wextî de destê miletê me ji milk û erdên wan ên resen hat qutkirin. Di van komalgehan de texrîben şixul û karê hilberînê nema. Karê ziraatê bi temamî hate sekinandin; xelkê me nikaribû tiştekî biçîne an deyne. Her kesê ku hewl bida li ser erdê xwe çandiniyê bike, dewletê tawanbar dikir û digot ev terorîstin an jî mûxerebîn (xeraker) in. Raste, ji bo xapandinê hindek feydeyên rûbarî mîna vekirina dibistanan hebûn, bes di rastiyê de zirarên vê siyasetê gelekî mezin bûn, bi taybetî li ser aliyê dînî û amadekirina bingeha fermanan. Tenê di salên 80'î de, beşek xelkê me berê xwe da deverên mîna Rebîeyê û ji bo debara xwe bîstan û karên din çêkirin. Miletê me xwedî destên zêrîne û li her derê dinyayê be dikare bixebite û debara xwe bike, lê qutkirina ji axê derbeyeke mezin a aborî bû.

Di salên 80'î de, herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî Iraq ket nav Şerê Iraq û Îranê. Di vê serdemê de rewşa leşkerî û zextên li ser xelkê Şengalê çawa bûn?

Di dema şerê Iraq û Îranê de, piraniya xelkê me û ciwanên me bi zorê hatin leşkerkirin. Di wî wextî de miletê me bedelên pir giran dan, gelek ji wan bûn leşker û gelek ji wan jî di wî şerî de şehîd bûn ku Xwedê rehmê li hemûyan bike. Her çend leşkeriya mecbûrî di wî wextî de ne tenê ji bo Êzîdiyan bû û ji bo gelek xelkên din jî dihat birîn, lê belê li ser Êzîdiyan zext û kontrola dewletê hîn girantir û zêdetir bû.

Di axaftina xwe de we behsa metirsiyeke hiqûqî û îdarî kir ku tunebûna nasname û qeydên fermî yên nifûsê bû. Ev pirsgirêk di sîstema rejîmê de çawa li dijî Êzîdiyan dihat bikaranîn?

Ev yek ji pirsgirêkên herî giran a îdarî û hiqûqî ya wî wextî bû. Sîstema qeyda nifûsê ji bo xelkê me bi rêkûpêk tune bû û gelek kesan nasnameyên fermî nebûn. Dewletê di salên 70'î de wekî deverên din kontrol nedikir, bes ji bo Êzîdiyan rewş cuda bû. Dema ku xelkê me bê nasname digirtin, ew dibirin bin qanûna "teqdîra temen" (bi awayekî keyfî temen ji bo wan dihat birîn) da ku wan bi darê zorê bixin bin xizmeta leşkerî û siyaseta xwe. Vê bêparbûna ji parastina hiqûqî û îdarî, civak di warê sazûmaniyê de pir lewaz kir.

Wekî pirs û nirxandina dawî; dema em van hemû faktoran ‘qutkirina ji çiyê, hilweşandina aboriyê, dorpêça leşkerî û bêparbûna hiqûqî’ bînin gel hev, ev dîroka zextê çawa rê li ber fermana mezin a 3'yê Tebaxê vekir?

Tevahiya van bûyeran nîşan didin ku zemîna fermanê gav bi gav û bi plan hate avakirin. Parastin û hîfazeta Êzîdiyan di dîrokê de her tim bi çiyê ve girêdayî bû; dema ku li çiya bûn, bi vî rengî debara xwe dikirin û xwe diparastin. Rejîmê bi qutkirina milet ji çiyê û bi bicihkirina wan di komelgehên bin kontrola leşkerî de, binesaziya parastina xwezayî û serbixwe ya Êzîdiyan ji nav bir. Dema ku civak ji parastina çiyê, ji axa xwe û ji aboriya xwe ya serbixwe hat qutkirin, di warê stratejîk de li hemberî êrişan bêparastin ma. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya ku ji sala 1975'an destpê kir, rasterast bingeha lewazkirina Şengalê amade kir û zemîn wiha çêbû ku di pêşerojê de fermanên herî mezin, bi taybetî fermana dawî, li dijî miletê me werin pêkanîn.

(fk)