Efşîn Ferecî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê bû ji ber şewata depoyeke benzînê ya li Tancero ya li Silêmanî ya Başûrê Kurdisanê piştî 6 rojan di saetên êvarî de jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku piştî rojekê ji birîndarbûnê kesûkarên Efşîn ew derbasî bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kir ji bo dermankirinê.

Piştî 6 rojan di bin çavdêriya doxtoran de Efşîn Ferecî ku ji sedî 90’ê laşê wî şewitîbû, di saetên êvarî de jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîr xistinê ye 18’ê Tebaxê li Tancero ya Silêmaniyê agir girtibû depoyeke ya benzînê û gelek kes birîndar bibû.

(eh)