Zêdetirî çar hezar kesayetên navdar ên siyasî, mamosteyên zanîngehê, parêzer, dadwer, nivîskar, hunermend, serokên rêxistin û komeleyên sivîl, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, bazirgan û çalakger ji 62 welatên cîhanê, bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li dijî cezayê darvekirinê yê li ser girtiya siyasî ya bi navê Erxewan Felahî nîşan dan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Nabe kes li ser fikir û nêrînên xwe yên siyasî û rexnegir cezayê darvekirinê lê were birîn. Cezayê darvekirinê nayê qebûlkirin, divê civaka navdewletî li beramberî vî sucî bêdeng nemîne. Daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê ji bo hemû girtiyên siyasî û azadiya wan dixwazîn.”
Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Dawî li kuştina welatiyên bêsuc bînin, cezayê darvekirinê kuştineke ku dewlet rewa dibîne. Ligor yasayên navdewletî kuştina bi komî li dervey dadgehan û bêy dadgehkirinek dadperwerane, sucekî sîstematîk a li dijî mirovahiyê ye. Hikûmeta Îranê ji xwepêşanderan ditirse ji berku ew daxwaza dadperweriyê dikin.”
Di beşek din a daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, welatên endam û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan hat kirin ku ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî û girtiyên din ên siyasî bikevin nava hewldanan.
(kş)
