Li Herêma Kurdistanê bûyerên kuştinê gelek zêde bûne; bîlanço di astekê wiha de ne ku pêwîstî bi helwest girtin û karkirina lezgîn a hikûmet û aliyên peywendîdar heye. Rêjeya kuştinên heft mehên îsal nîşaneyek zelal a ji bo rewşa xirab a civakî ya li Herêmê ye ku sedem û jêderên wê piralî ne. Lê dibe ku ya herî sereke zexta aborî, civakî û medya dijîtale.

Bîlanço bi awayekî eşkere nîşan didin ku hîna plansaziya bibandor ji bo rêgirtin û parastina welatiyan bi ser neketiye. Di heman demê de, kêmbûna hişyariya civakî û bêdengiya li beramberî şîdetê ev diyarde girantir kiriye. Ji ber vê yekê, divê aliyên peywendîdar, hikûmet, saziyên qanûnî, medya û saziyên perwerdehiyê ji bo kêmkirin an ji holê rakirina sûcê kuştinê bi hev re kar bikin.

Piraniya bûyerên kuştinê yên li Herêma Kurdistanê bi çekan tên kirin ku para herî zêde çekên bê destûrin. Di destpêka sala 2022’yan de, Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê projeyasayeke nû ya çekan ji bo qedexekirina hilgirtina çeka bê destûr û cihên kirîn û firotina çekan li bajar û bajarokan, pêşkêşî parlamentoyê kir. Ev projeyasa roja 1’ê Adara 2022’yan ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat pejirandin. Lê tevî hebûna vê qanûnê jî, hîna bûyerên kuştinê li şûna kêm bibin, zêdetir bûne.

Derûnînas û parêzerên Silêmaniyê têkildarî zêdebûna buyerên kuştinê û rêyên ji bo kêmkirina vê diyardeyê de ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.

Parêzer Şalaw Ebûbekir li ser mijarê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Diyardeya çekdariyê ku çek di destê welatiyan de ye û kirîn û firotinê pê dikin, dihêle ku kuştin hêsan bibe. Hebûna sulha eşîrtiyê (lihevhatina eşîrî) di navbera malbatan de ku dibe sedem mafê taybet di sûc de nemîne û mafê giştî jî ji bo wî kesê ku hatiye cezakirin bi çend salan be û piştre lêborîna giştî jê re derdikeve, dihêle ku ew kes ji qanûnê û ji sûcê kuştinê û sûcên din ên curbecur netirse.”

Şalaw Ebûbekir diyar kir ku yek ji erkên dadgehê birêkûpêkkirina civakê ye û wiha axivî: “Gava welatî bixwe vê birêkûpêk kirinê dikin daku dijminatî çênebe, cezayê qanûnî yê sûcdar kêm dibe. Lê belê gava lêborîna giştî derdikeve û sûcdar ceza wernagire, ev yek dibe sedema zêdebûna rûdanên kuştinê. Di hinek rewşên din de jî, kesek bi lihevhatinê razî nabe û piştî çendîn salan radibe kujerê xizmê xwe dikuje.”

Aliyên peywendîdar mîna polîs, asayîş, dadgeh û rêveberiyên pispor ne amade ne ti bîlançoyek- ser kuştinê belav bikin an bidin medya û rojnamevanan. Lê li gorî bîlançoyên heyî ku ajansa me Rojnewsê kom kiriye, di heft mehên borî yên îsal de zêdetirî 50 kes hatine kuştin. Tenê di hefteya borî de nêzîkî 12 bûyerên kuştinê li Herêma Kurdistanê rû dane. Piraniya van bûyeran jî ji ber pirsgrêkên civakî bûn ku di nav wan de 4 jin bûn û yên din mêr bûn.

Li gorî her du madeyên 405 û 406 ya Qanûna Cezayan a Iraqê ya Hejmar 111 a sala 1969’an, her kesê ku kesekî bê sûc bi her awayekî ji wan cûrên ku di qanûnê de hatine diyarkirin bikuje, cezayê wî darvekirin, cezayê muebbet ê girtîgehê yan jî di navbera 5-15 salan cezayê girtîgehê ye.

Derûnînas Adil Tofîq têkildarî heman mijarê axivî û got: “Di civaka Kurdî de paşmayeke xirab li ser kuştinê heye. Ger rewş di vê astê de neyê sekinandin, wê ew pirsgirêk û astengiyên ku rojane rûbirûyî welatiyan dibin, dê rê li ber buyerên xirabtir vekin ku poşmanî li pey we de tîne. Bi vî rengî, jiyana wî/wê kesê ku kesekî dikuje têk diçe û nikare wek mirovekî asayî bijî. Di heman demê de, her dem metirsiya wê yekê heye ku ew kes bi xwe jî li ser tola kuştinê were kuştin.”

Adil Tofîq qala hinek sedemên van bûyerên kuştinê kir û wiha pê de çû: “Medya dijîtal, nearamî û nexweşiyên derûnî, zextên civakî, xemsariya qanûnî û dadwerî, zexta aborî, medya û drama sedemên serekene. Ew lîstikên ku di dema niha de zarok û ciwanên me bi kartînin, gelek şêwazên kuştinê tê de hene û bandorê li ser hizrên wan dikin ku jiyan bêbiha ye. Ev yek jî dibe sedem ku zirarê bide derdora xwe.”

Derûnînas Adil Tofîq destnîşan kir ku ji bo kêmkirina bûyerên kuştinê, divê civak were hişyarkirin û wiha got: “Sîstema perwerdeyê roleke mezin di civakê de dileyize. Divê ew rênimayiyên ku didine xwendevan û malbatên wan, rênimayiyên cihê baweriyê bin daku jiyana hevbeş ava bibe. Divê aliyên desthilatdar di xema wê de bin ku qanûnan wekî xwe bi cih bînin. Ji bilî vê, divê zanyarên olî bi rêya gotarên xwe civakê ber bi aramiyê ve bibin.”

(fk)