NAVENDA NÛÇEYAN
Li navçeya Çaldêran ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî sê endamên malbata xwe ku pêk dihatin ji dayik, hevjîna wî ya ducanî û keça wî ya sê salî, qetil kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Roknayê, li navçeya Çaldêran ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê, zilamek bi kêrê hevjîna xwe ya ducanî, keça xwe ya sê salî û dayika xwe qetil kiriye û piştî bûyerê reviyaye.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Fermandariya Polîsên Çaldêranê li ser mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku piştî qetilkirina sê endamên malbatekê li gundekî herêmê, lêpirsîna polîsan dest pê kiriye û gumanbar piştî çend saetan hatiye girtin.
Hat destnîşankirin ku ev komkujî bi kêrê hatiye kirin û kujer sedema sereke ya vê komkujiyê wekî hebûna pirsgirêkên malbatî nîşan daye.
Zilamek dayik, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir!

18